Archiv der Kategorie 'Kurdi'

‘Helebce ne tenê nasname û netewe, pendeke bi xwînê hatiye nivîsîn’

Helebce: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih di merasîma 23- mîn salvegera kîmyabarankirina Helebce de gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Vê carê jî em hatine xizmeta we da em Helebce bibîr bînin û peyama xoşewîstî ya Kurdistan û bilind ragirtina bîranîna şehîdên Helebce û Kurdistanê rabighînin.’’

Bi mebesta bîranîna komkujiya Helebce ku di roja 16.03.1988an de, zêdeyî 5000 jin, zarok , ciwan, kal û pîr jiyana xwe ji dest dabûn, îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, merasîma 23-mîn salvegera kîmyabarankirina Helebce bi beşdariya hemû çîn û tebeqeyên bajêr, berpirsên hizbî û hikûmî birêve çû.

Di merasîmê de Serokwezîr Dr. Berhem wiha axifî: ‘’Helebce ne tenê nasname û neteweyek e, di heman demê de pendeke bi xwînê hatiye nivîsîn, pendeke bi qasî mezinbûna qurbaniyên Helebce mezin e, penda wêya ku zilm çiqas mezin be sizayê wê jî mezin e bo wayên dojeha kîmyawî û xenqandinê bo neteweya Kurd daxist, tişta bi serê Baas û berpirsên kîmyayê hat, soza xwedê û sizayê dîrokî ye, sozeke di tomara xebata gelan de hatiye û di Qur’ana pîroz de jî behsa wê hatiye kirin.’’

Serokwezîr wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’23 sal berî niha bajarekî aram di nav xwînê de xeniqandin, jin, zarok, pîr û ciwanên Helebce şehîd kirin, 20 sal piştî wê tawanê cellad ji qefesê ber bi werîsê darvekirinê birin, Helebce li pişt dinyayê hat şehîdkirin, xencera derû û zilmê di tarîkiyê de bajarê rewşenbîrî û ferhengî ser jê kir, lê belê cellad li ber çavê dinyayê hatin dadgehkirin û gihan sezayê xwe yê rewa.’’

Di beşekî din ê axaftina xwe de Berhem Salih behsa destkeftan kir û wiha pêde çû: ‘’Ev destkeftên han destkeftên Helebce û qurbaniyên wê û berhêmê xwîna neheq rijiyayî ya vî bajarî ne. Niha Helebce ji tehdîtên caran dûre û divê bê bipêşxistin. Lewra divê bi zehmetî jî be em vî karê han jê re bikin. Lê em qet û qet bi tevahî nikarin wî deynî bidin.’’

Dr. Berhem berê xwe da kesûkarên şehîd û enfalkiriyan û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Em hatine peyama avadaniyê ji gelê xwe re dûpat bikin. Sala borî me peyama damezrandina zanîngeha Helebce da, peyama ku navçeyê bikin îdare, peyama çendîn projeyên xizmetguzarî avakirinê me da, bê dû dilî ji were dibêjim ligel hevalên xwe li civata wezîran em serbilind in bi wan karên ku me kirine, lê em dizanin divê karê zêdetir bikin.’’

Serokwezîr Berhem Salih behsa rewşa Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Îro jimareyek pirsgirêk, hinek xwestek û daxwazî, hinek nerînên cuda di warê siyasî yê welatê me de tên behskirin û hinek nerazîbûn hatine ser cadeyan, lewra ez dixwazim ji vir ji were bibêjim, azadiya xwepêşandan û pêşandana nerazîbûnê, azadiyeke pîroz û medenî ye û ked û tekoşîna şehîdên Helebce û Kurdistanê ye. Bi rastî dibêjim ew daxwazên rewa divê bên cîbicîh kirin û em wek hikûmet nûnerê hilbijartî yê xelkê Kurdistanê ne û erkê me ye berê xwe bidin wan daxwazan û hewl bidin xizmeta pêwist bighînin xelkê Kurdistanê.’’

RUDAW

Helepçe: Hîroşimaya Kurdan!

http://img801.imageshack.us/img801/7303/41573375.jpg

16’ê Adara 1988, balafirên artêşa Iraqê kîmya barand ser navçeya Helepçeyê. Piraniya wan jin û zarok, herî kêm 5 hezar kes jiyana xwe ji dest da. Bandora ev madeyên kîmya heta demekî dirêj berdewam kir û heta niha jî bandora xwe li ser xwezaya Helepçeyê û mexdûrên kîmyabaranê heye. Lê Helepçe tenê beşek ji plana “Enfalkirina Kurdan e”. Rejîma Beasê di dema qirkirina Kurdan de îlhama xwe ji Naziyan girt û bi deh hezaran Kurd hatin “enfal-kirin”.

Li hemberî qirkirina Kurdan cîhan kerr û lal bû. Çavên xwe li qirkirina bi deh hezaran Kurd girt. Dengê zarokên li ber pêsîra dayîkan nebihîstin. Bi taybet welatên Rojava yên ku çekên kîmyawî dabûn destê caniyek wek Seddam Huseyîn û piştre ew çek tenê ji bo ‘ceribandinê’ Kurdan hatin karanîn. Helepçe bû sembola van qirkirinên bi serê Kurdan hatî.

HÎROŞIMAYA KURDAN

Helepçe ango Hîroşimaya Kurdan. Çawa ku piştî şerê Cîhanê yê duwem gelê Japon bi bombeyên atomê yê DYE re rûbirû ma, li Kurditanê jî bi heman awayî bi hezaran Kurd bûn qûrbanê çekên kîmyawî yên rejîma faşîst a Seddam Huseyîn. Çawa ku rejîm Nazî xwest koka Cihûyan biqelîne, li Kurdistanê jî rejîma Beas xwest bi Enfalan Kurdan ji dîrokê biavêje. Helepçe tenê komkujiyek ji vana ye, lê bi deh hezaran Kurd di rojekê de hatine qirkirin û avêtine gorên komî.

JI BO “CERIBANDINA ÇEKAN” KURD HATIN KARANÎN

Rejîma Seddam Huseyîn bi her awayî ji welatên Rojava jî piştgirî werdigirt. Çekên kîmyawî yên ji Rojavayiyan wergirt dest pêk li ser Kurdan ceriband. Gelek ji siyasetmedar û rewşembîrên Kurd dibêjin, çekên kîmyawî ku li Helepçe û deverên din hatine bikaranîn, pêşî jibo ‘ceribandina çekan’, li ser Kurdên Feylî yên hatîn sirgûnkirin hatiye ceribandin.

BI SÎRGUNKIRINA KURDÊN FEYLÎ RE ENFAL DEST PÊ KIR

Kurdên Feylî yên herêma Kerkuk, derdorê çemê Dîcle dijîn, yên ku tê gotin yek ji kevintirîn etnîkên li herêmê ye. Bi deh hezaran Kurdên Feylî bûn qûrbana ceribandina çekên kîmyawî. Di der barê vê mijarê de Serokomarê Iraqê Celal Telebanî dibêje:’ Enfala Kurdan ya li Iraqê bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye”.

ÇEKÊN KÎMYAWÎ DESTPÊKÊ LI SER KURDÊN FEYLÎ HATINE KARANÎN

Qirkirna 20 hezar ciwanên Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, winda bû û qet şopa wan nehat dîtin. Beriya niha Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bi şêweyekî fermî aniye zimên ku, di rastiya xwe de Enfal, di sala 1980 de, bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye û hetanî salên 90 berdewam kiriye. Gelek ji siyasetmedar û rewşembîrên Kurd dibêjin, çekên kîmyawî ku li Helepçe û deverên din hatine bikaranîn, pêşî jibo ‘ceribandina çekan’, li ser Kurdên Feylî yên hatîn sirgûnkirin hatiye ceribandin.

QIRKIRINA KURDAN BI ENFALÊ DEST PÊ KIR!

Di dema desthiladariya rejîma Baasê de heya sala 1990’ê 210 hezar û 6 41 Kurdên sivîl di encama reşandina guleyan de hatin jiyana xwe ji dest dane û hatine bidarvekirin. Ji bilî wane tenê di nava 8 qonaxên operasiyona Enfalê ya li dijî Kurdan pêk hatî de 182 Hezar Kurd hatin enfalkirin.

JI REŞEMIYÊ HETA ÎLONÊ BERDEWAM KIR

Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyane. Enfala Kurdan 21’ê Reşemiya 1988’ê li Dola Caf (Cafetî) tê destpêkirin û 6’ê Îlona 1988’ê de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heta Hemrînê tu warên Kurdan nahêlin, hemû ji holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmanî, Şivan û Axçelera Kerkûkê û hwd… Piraniya Kurdên li van deveran dijî têne kuştin, yên dimînin jî direvin Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

HELEPÇE CARA YEKEM 1974 HAT BOMBEBARANKIRIN

Piştî ku Sedam Huseyîn sala 1973 diçe navçeya Qeladizê û tu kesê wê derê nayê pêşwaziya Sedam. 24’ê Nîsana 1974’an bi bihaneya ‘destekê didin neyar û mulaxelef Îraqê’, balefirên şer yên rejîma Iraqê bajêrê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku wê demê li Qeladizê bû bombabaran kirn. Her wiha di 16’ê Nîsanê 1974’an ji bo cara yekemîn navçeya Helebçe hat bombabarankirin.

28 GUNDÊN KURAN HATIN KÎMYABARANKIRIN

Ji 15’ê Nîsana 1987’an heya 28 Îlona 1987’ê 28 gund û navçeyên li sînorê niha yên Herêma Kurdistanê hatin kimyabarankirin. Gundên wek Heledin, Bergelû, Kanîtû, Awejê, Sîrwan, Nûlçike, Çinare, Şêxwesan, Mêwlake, Sîngir û Qizler yên girêdirayî Kerkûk’ê, Dolê Balîsan, navça Qeredax, Zêwê, navçeyê Dihok’ê, gundên Tomar, Qemer, gundê Gurgan, gundên Melekan, Goreşêr, Kendol, Berdok, Bilê, Nalî, Tahî, Nazenîn û Balîsan hatin kimyabarankirin.

DI 16’Ê ADARA 1988 DE HELEPÇE!

Ji 25’ê Reşemiya 1988’ê heya 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dolê Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe, navçeyên wek: Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan, Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima, Şêxan, Keleşêre, Çemîrêzan, Qoçebilax û Zerzê hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adarê 1988’ê navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî da agahiyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kuştin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê Tebaxa 1988’ê navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12 balefirên şer yên İraqê ve hat kimyabarankirin û di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

QIRKIRINA BARZANIYAN

El-Enfal navê komkujiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve hatiye pêkanîn. Di 4’ê Avrêla 1980’ê de rejîma Baas bi hinceta ku di hêla Olî de Kurdên Feyilî mezhebê wan Şîiye û ne Sûnî ne, dest bi kuştina wan kir û di encam de zêdetirî 10 Hezar Kurdên Feylî hatin qetilkirin. Di 31’ê Tîrmeha 1983’ê de rejîma Baas 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Di Enfalê 1988’e ku bi 8 qonaxan re derbas dibe 182 hezar Kurd hatin enfalkirin.

SEDDAM ÎLHAMA XWE JI HÎTLER GIRT!

Efalkirina Kurdan a ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve pêk hat dişibe komkujiyên ku Naziyan bi serê Cihûyan anî. Plana Naziyan qirkirina civatek belave ya ji aliyê Raul Hilberg hat deşîfrekirin, bi awayek bê kêmasî ji aliyê rejîma Seddam ve jî li ser Kurdan hat pêkanîn. Li gor plana Naziyan a qirkirinê, destpêkê wê qûrban werin nîşandan, ji ber ku belave ne, wê piştre bînin cem hev, û ji tunekirinê wê wana li kampan bi cih bikin û hemûyan ji holê rake.

PLANA NAZIYAN BÊ KÊMASÎ HAT PÊKANÎN

Rejîma Seddam jî destpêkê bi serjimêriyê jimara qûrbanan destnîşan kir, çend in, li ku dijîn hemû aşkere kir. Jixwe ev herêm wek herêmên qedexekirî hatibûn nîşandan. Piştre jî hewl da Kurdên li bejahiyan dijî bîne cem hev. Negot jin, zarok, pîr û kal bi 10 hezaran Kurd di kampan de bi cih kirin. Piştre jî gorên komî amade kirin, wan Kurdan birin înfazkirin û ew avêtin binê gorên komî. Herwiha jimarek zêde ji kesên di kampan de hatibûn bicihkirin ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê jî Seddam bê kêmasî textîka Hîtler li ser Cihayan pêk anî, li ser Kurdan pêk anî.

XWESTIN KOKA KURDAN BIQELÎNIN!

Di dema Enfalê de bi 10 hezaran Kurd destpêkê li kampan dihatin bicihkirin û piştre wana didan ber gulleyan û ew piştre diavêtin gorên komî. Piştî hilweşandina rejîma Seddma, sala 2003, bi sedan gorrên komî yên Kurd û Şiîyan li Iraq û Başûrê Kurdistanê hatin dîtin. Herî dawî, di van rojên dawî de jî li Kerkûkê gorek komî ji aliyê Pêşmergeyan ve hat dîtin.

Lê heta niha jî gelek gorên komî yên ku bi 10 hezaran Kurd têde hatine veşartin nayên zanîn. Di pirtûka bi navê „Li Iraqê Qirkirina – Li Dijî Kurdan Tevgera Enfalê“ de, derbarê gorên komî de wiha tê gotin:

GORÊN KOMÎ LI KU NE!

„Sê gorên komî yên mezin ji aliyê şahidên ji qirkirinê filitîne ve hatine diyarkirin. Yek ji vana li bajarê Remadî yê li peravên bakûr ên Firatê ye. Di dema şerê Îran-Iraqê de Kurdên Îranê bi zorê li wir hatine bicîkirin. Yeke din jî; li nêzî bajarê arkolojîk ê bi navê El Hadhar (Hatra) yê ku başûrê Mûsilê ye. A siyemîn jî di çola li nêzî bajarokê Samawa de ye. Herwiha li derdorê çiyayên Hemrînê jî tê gotin ku 2-3 gorên komî hene. Yek ji vana di navbera Kerkûk û Tikrît de ye û ya din jî li rajavayê navçeya Duzxuratu ye.“

CÎHAN KERR Û LAL BÛ!

Li hemberî qirkirina Kurdan cîhan kerr û lal bû. Çavên xwe li qirkirina bi deh hezaran Kurd girt. Dengê zarokên li ber pêsîra dayîkan nebihîstin. Bi taybet welatên Rojava yên ku çekên kîmyawî dabûn destê caniyek wek Seddam Huseyîn û piştre ew çek tenê ji bo ‘ceribandinê’ Kurdan hatin karanîn. Helepçe bû sembola van qirkirinên bi serê Kurdan hatî. Wê li Cîhan li hemberî Helepçeyê jî bêdeng bimaya, lê rojnamevanên ku li nava kolanên Helepçeyê geriyan, wijdana wan ew dan axaftin û ji Cîhanê re hat vegotin.

Her çendî DYE û hêzên rojavayî xwe wek rizgarkerên Iraqê nîşan bidin jî, lê dema Kurd bi saxî di goran de dihatin bicîkirin li ku bûn. An jî gava li asîmanê Helepçeyê bombe dibarîn..

ŞOPÊN KOKUJIYÊN YÊN NAYÊN JI BÎRKIRIN

Endamê Hîndekariya Zanîngeha Silêmanî yê beşê Bijîşkî, Prof. Fuat Baban 7’ê Berfanbara 2002 di rojnameya The Sydney Morning Herarld de gotarek weşand û diyar kir ku kesên li Helebçeyê kêmendam 3-4 mexûrên Hîroşima û Negazakî ne. Heta niha jî gelek zarokên kêmendam li navçeya Helepçeyê ji dayîk dibin.

WATEYA ENFALÊ ÇIYE?

El-Enfal sûreyek ji Quranê ye û li gorî ola Îslamê, di dema pêxember (Hz. Muhemed) diçe Medineyê, li sala duyemîn yê hîcretê (koçkirinê) û piştî şerê Bedirê ji Mihemed re ji aliyê xwedê ve hatiye danîn. Sûreta El-Enfal bi giştî ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva “Enfal” bi kurdî tê wateya “xenimetên şer”. Di sûreyê de ji bo Misilmanan tê neqilkirin ku bi çi awayî û ji kê re xenimetên şeran tên parvekirin.

ANF

Demirtaş ji bo Geverê lêkolîne serbixwe xwest

Hevserokê Giştî yê BDP‘ê Selahattîn Demîrtaş li Geverê derket pêşberî 10 hezaran û diyar kir ku ev pêkanînên li Geverê encama polîtîkayên Hikûmeta AKP‘ê yê bû sedema dawîlêanîna bêçalakiyê ye. Demîrtaş, anî ziman ku gelê herêmê 30 salin daxwaza şatiyê dike, lê her tim hikûmet guhê xwe digire.

Hevserokê Giştî yê BDP‘ê Selehattîn Demîrtaş û heyeta BDP‘ê li pêş Otela Oslo ya Geverê derketin pêşberî 10 hezaran. Heyeta BDP‘e bi posterên mezin ên Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan û alên „Konfederalîzma Demokratîk“ hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş, derket pêşberî girsê û anî ziman ku her çalakvanên ku dixwazin di nava gel de aloziyê derxin û kuştinê pêk bînin ji aliyê gel ve li ser sûc tên girtin, lê der barê wan de tu kar nayê kirin. Girsê jî dowîzên “Heta serkeftinê serhildan“, “Bimre hêzên kontra“ û “Mezit-Polis, AKP û JÎTEM”, “Serdema xweparastina cewherî dest pê kiriye“ vekirin.“

Demîrdaş, anî ziman ku bi boneya gelê Geverê bizanibin ew ne tenê ne hatine Geverê û wiha got: „Ev sekn û helwesta we ji bo hemû gelê kurd bû hêvî. Ligel ew qas hêzên ewlehiyê ev kesên ku xwestin aloziyê derxin û belavok belav kirin ji aliyê polîsan ve nehatin girtin. Ji ber ku ev kes nehatin girtin duh dîsa bûyer derket. Ji ber vê yekê gelê Geverê daxwazên xwe yên demokratîk anîye ziman.“

‚DIVÊ HIKÛMET TÊKILDARI MIJARÊ DAXUYANIYÊ BIDE‘

Demîrtaş, bang li hikûmetê kir û xwest bi lezgîn der barê mijadê de daxuyaniyê bide. Demirtaş, anî ziman ku ji ber hikûmet li hemberî van kiryarên dawî dengê xwe nake wan dike nava fikaran û wiha got: „Gelo dewlet û hikûmet çima van kesan dernaxe derve. Hikûmet ji ber ku nikare bi komir û maqarnayê gelê Geverê dîl bigire serî li rê û rêçên provokasyon û lîstikên bi vî rengi dide. Dixwaze hêza gel a bi rêxistini bişkîne.“

‚DIVÊ HEYETA SERBIXWE BÊ AVAKIRIN‘

Demîrtaş, xwest bi lezgîn bûyerên li vir pêk tên bên lêkolînkirin û ji bo vê yekê jî divê heyetek serbixwe bê avakirin. Demîrtaş, wiha got: „An bila hikûmet vê rastiyê aşkere bike û lêborîna xwe ji gel bixwaze an jî bila heyetek serbixwe bişîne herêmê.“

PÊWÎSTE HIKÛMET GAVÊN AŞTIYÊ BAVÊJE‘

Demîrtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberî biryara KCK‘ê ya bêçalakiyê jî rexne kir û anî ziman ku ji ber hikûmetê tu gavên aştî û çareseriyê neavêtiye KCK‘ê neçar maye ev biryar xera kiriye. Demîrtaş, da zanîn ku hêj hikûmet dikare avên aştiyê bavêje û wiha got: „Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê em dixwazin hikûmet jî avên aştiyê bavêje. Em dixwazin hikûmet rê li pêşiya lîstikan bigire. Gelê kurd 30 salin ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Ji ber vê yekê daxuyaniyên hikûmetê girîng in.“

Demîrtaş, anî ziman ku li gel hewldanên wan ên aştiyê dîsa li diji siyasetmedarên kurd operasyonên siyasî tên kirin û wiha berdewam kir: „Dîsa bi sedan hevalên me hatin girtin. Der barê 200 kezar hevalên me de doz hatin vekirin.Nêzi 2 hezar û 500 hevalên me ji doza KCK‘ê gritî ne. Em bazarê nakin. Em rasitê dixqazin û dixwazin hevalên me serbest bên berdan. her wiha em dixwazin daxwazên gelê kurd bi cih bên.“

ANF

VIDEO:


Selahattin Demirtaş Yüksekova'da – YÜKSEKOVA HABER
Hochgeladen von erkancapraz. – Nachrichtenvideos aus der ganzen Welt.

FOTO

http://img403.imageshack.us/img403/2434/37631379.gif

Yüksekova Haber

Li Silêmaniyê 21 kes birîndar bûn

Çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî bêdadî û nelirêtiyê li tevahî bajarên Iraqê belav bûn.
Li navçeya Hewîce ya bajêrê Kerkûkê meş pêk hat û pevçûn derket.

http://img811.imageshack.us/img811/967/33299988.jpg

Çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî bêdadî û nelirêtiyê li tevahî bajarên Iraqê belav bûn.
Li navçeya Hewîce ya bajêrê Kerkûkê meş pêk hat û pevçûn derket. Li navçeya Tûzxurmatû ya Kerkûkê jî di meşekê de teqîn pêk hat. Hate zanîn ku di teqînê de mirin û birîndar çêbûn. Rayedarê Polîsên ê Kerkûkê diyar kir ku di pevçûnên li Hewîce de 2 kesan hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn. Meşên nerazîbûnê yên li dijî bêdadî û nelirêtiyê li Iraqê belav bûn. Waliyê Besreyê di bin zext û zordariyên gel de îstifa kir û her wiha avahiya Walitiya Mûsilê jî hate şewitandin û Waliyê Musilê Esîl Nûcêfî jî reviya û navçe terk kir. Di çalakiyên Mûsilê de hate ragihandin ku herî kêm 5 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûne. Li Kerbela, Bexdayê û gelek bajêrên din ya Iraqê jî meşên nerazîbûnê dest pê kir. Li Hewlêrê jî ji ber vê yekê rewşa awarte heye. Riya navbera Hewlêr û Mesîf Selahedîn jî li hatin û çûna hewlatiyan û erebeyan hat girtin.
Li navçeyên Herbet, Seyîd Sadiq, Helebçeya Taze Kelar, Derbendîxan û Çemçemalê dest pê kir. Di çalakiyên navçeya Silêmaniyê Kelar û Seyîd Sadiq de herî kêm 21 kes birîndar bûn.

Civîna YNK’ê û Goran

Piştî li bajarê Silêmaniyê serhildanên gel di 17’ê sibatê de rû dan, li Silênanî, Ranya, Qelediz, Helbet, Seyid Sadik, Derbendixan, Çemcemal, Halepçe û Kelarê çalakî belav bûn û didomin. Li aliyê din li Silêmaniyê nûnerên YNK’ê û Goran civînek pêk anîn. Di civînê de nûnerê Polît Buro ya YNK’ê û hevsera Celal Talabanî Hero Îbrahim Amed, endamê konseya rêveberiya YNK’ê Mele Bextiyar û Diler Seyit Mecid, li ser navê Tevgera Goran jî Noşirvan Mustafa, Kadîrî Hacî Alî û Osman Hacî Mahmud amade bûn. Piştî civînê nûnerên YNK’ê daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku ger aliyên din jî bêjin erê ew ji hilbijartina di dema pêş de bê kirin re amade ne.

Azadiya Welat

Saturday in Sulemaniya /South- Kurdistan

Di dema Erdogan de 18 zarok qetil kirin

http://img404.imageshack.us/img404/3413/35900296.jpg

Li gorî raporên ÎHD’ê di dema AKP’ê de li herêmê 607 bûyerên kiryar nediyar pêk hatine. Ligel vê rastiyê Serokwezîr Erdogan bêyî van kiryaran dibêje; “Di dema me de tu bûyerên kiryar nediyar pêknehatin”. Ev gotin rastî bertekan hat. Serokê ÎHD’a Colemêrgê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku di dema AKP’ê de li Colemêrgê 33 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin û gotinên Erdogan samîmî nîn in. Akbulut wiha got: “Li gel daxuyaniya serokwezîr a bûyerên kiryar nediyar pêk nehatin li Colemêrg û navçeyên wê gelek şivan bi îdiaya PKK’î ne hatine kuştin. Her wiha maqamên fermî ji bo welatiyê Îkbal Yaşar ê ku daxwaza mafên demokratîk kir bi guleya polîsan hate kuştin jî got ‘ji aliyê qaçaxgerên tiryakê ve hatiye kuştin’. Bi vê yekê dixwazin kiryarên bûyeran jî wekî nediyar nîşan bidin.”

DANE ÇI DIBÊJIN?

- 29’ê çile û 3’yê sibata 2011’an: Li Geverê 2 cenaze hatin dîtin.
- 31’ê tîrmeha 2010’an: Li herêma Dostkiya û gundê Gurdere cenazeyek hate dîtin.
- 23’ê tîrmeha 2010’an: Li çemê Pîlungê cenazeyê Engîn Orak hate dîtin.
- 16’ê mijdara 2005’an: Hêzên dewletê Îslam Bartin, Ersîn Mengeş û Abdulhalîk Geylanî qetilkirin.
- 24’ê adara 2008’an: Fahrettîn Şedal û Îkbal Yaşar hatin qetilkirin.
- 24’ê kanûna 2006’an: Leşkeran Îslam Terkoglu kuşt.
- 30’ê tebaxa 2008’an: Cerdevanê bi navê Saît Severcan hate kuştin.
- 24’ê nîsana 2008’an: Li herêma Yenîkopruyê cenazeyek hate dîtin.
- 7’ê tîrmeha 2008’an: Mehmet Oztunç û Tekîn Edîş ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
- 4’ê îlona 2008’an: Reşat Çîçek li Xirwatê kuştî hate dîtin.
- 27’ê tîrmeha 2008’an: Cemal, Saît û Samî Keskîn hatin kuştin.
- 5’ê tebaxa 2009’an: Cenazeyê Dirbaz Kaya hate dîtin.
- 25’ê îlona 2009’an: Cenazeyê Sadullah Kaya hate dîtin.
- 1’ê tebaxa 2010’an: Li gundê Civyanê cenazeyê kesekî hate dîtin.
- 16’ê îlona 2010’an: Li Peyanisê di teqînekê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 17’ê îlona 2010’an: Zarokê bi navê Enver Turan li Colemêrgê ji aliyê çawişekî pispor ve bi giranî hate birîndarkirin û pişt re jî jiyana xwe ji dest da.
- 22’ê cotmeha 2010’an: Leşkerê bi navê Vural Ergînkan ên li Qereqola Sinava leşkerî dikir 3 roj mayî bo leşkeriya wî xilas bibe hate îdiakirin ku întîhar kir. COLEMÊRG

***

Di serdema Erdogan de 18 zarok hatin kuştin

Li gor raporên ÎHD’ê ji sala 2002 û ve 605 kes bûne qirbaniyê kuştinên kiryarên wan nediyar û li gorî qeydên fermî ji van a 18 kes zarok in. Li gor rapora ÎHD’ê ji raya giştî ragihandin di sala; 2002: 41 kes , 2003: 80, 2004: 68, 2005 43, 2006: 72, 2007: 103, 2008: 52, 2009: 91, û sala 2010 jî: 57, bi giştî 607 kes bûne qurbanîyê kuştinên wan nediyar û înfazên bê daraz.
Serdema serdestiya AKP’ê ji bo zarokên kurd bû serdema kuştinên bê daraz û binpêkirinê din ên mafan. Kronolojiya kuştina zarokan a ji Serokwezîr re dibêje tu derewan dikî wiha ye: Pinar Turan (6), Ugur Kaymaz (12), Abdullah Duran (9), Enes Ata (8), Îsmaîl Erkek (8), Fatih Tekin (3), Ahmet Araç (17), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fîdan (17), Mizgîn Ozbek (10), Yahya Menekşe (12), Abdulsamet Erîp (14), Ceylan Onkol (12), Mehmet Uytun (4), Firat Basan (14), Canan Saldık (16), Enver Turan (15), Ahmet Îmre (12).

Azadiya Welat

ilk kürtçe heavy metal grubu / first kurdish heavy metal band

Ferec – helikopter

http://img46.imageshack.us/img46/8829/ferechelikopter.jpg

01-çine
02-helikopter
03-bave mın şıvane
04-nana
05-jıyan
06-şıvık
07-hevi
08-xatun
09-maf


indir / download

klibini izle / watch the video

Kaynak : Anticopyright-tr

HERDEM GERILLA- JIN

KURDI

ROJ TV

HAT NÛKIRIN-Husên Xizrî hat bidarvekirin

http://img98.imageshack.us/img98/9128/27341189.jpg

Girtiyê siyasî yê Kurd Husên Xizrî yê ku ji doza PJAK’ê dihat darizandin hat bidarvekirin.

Televîzyona fermî ya dewleta Îranê da diyarkirin ku girtiyekî ji doza PJAK‘ê ku ji beriya 6 salan hatibû girtin, li Urmiyeyê hatiye bidarvekirin.

Lê li gorî agahiyên nûçeyê malpera mafê mirovan Heranayê, Xizrî îro danê sibê li Urmiyeê hatiye bidarvekirin.

LÎSTOKA RAYEDARÊN ÎRANÊ

Çalakê Kurd Husên Xizrî di 5’ê meha Çile de, hatibû windakirin. Piştî serlêdanên malbatê, raydarên girtîgeha Ûrmiyeyê dabûn diyarkirin ku Xizrî ji bo dardakirinê birine Tehranê. Rayedaran ji malbat û parêzerê Xizrî re dabûn diyarkirin ku Xizrî li Tehranê ye.

Husên Xizrî sala 2008an li Kirmaşan hatibû girtin û bi tewanbariya endamtiya partiya jiyana azad a Kurdistanê PJAKê, cezayê lisêdaredanê lêhatibû birîn.

GIRTIYÊN JI DOZA PJAK’Ê HATIN DARDAKIRIN BÛ 8

Îranê ji sala 2007 û vir ve 8 girtiyên Kurd ên ji doza PJAK’ê bidar ve kir. Hesen Hîkmet Demir di sala 2007 de ku wek yekemîn milîtanê PJAK’ê ji aliyê Îranê ve hat dardakirin. Herwiha di 11’ê mijdarê de2009 de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Çileya 2010 de Fesîh Yasemini, 9’ê Gulan 2010 Ferzad Kemanger, Ferhad Wekilî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulî hatin bidarvekirin.

Niha li Îranê 17 girtiyên kurd ku di bin tehdîda îdamkirinê de têne ragirtin ku navên wan ev in: eyneb Celaliyan, Şêrko Me‘arifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Hêsên Xizrî, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale‘î, ‚Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, ‚Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî.

ANF

Ji bo gelê me û raya giştî re! / HPG

Emê ala Hevalê Heyder bir rûmetdarî barbikin

Sala 2007’an pêvajoyeke ku êrîşên topyekun yên Artêşa TC’ê yên li dijî tevgera azadiyê dihat lidarxistin. Di vê demê de di serî de li bakurê Kurdistanê û li dijî Herêmên Parastina Medya gelek êrîş hatibû lidarxistin. Li Botanê jÎ gelek êrîş ji aliyê dijmin hatiye lidarxistin, gerîla yê me jî bi lehengî bersiv daye. Di demek şer û pevçûn zêdebibû, li Gabarê li derdora Çiyayê Bizin adi navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de gelek pevçûn qewimî bûn.

Ji ber şert û mercên şer û derfetên kêm de encamên lêkolînên xwe û agahiyên nû dikevin dest me ji raya giştî re parvedikin. Di 26’ê Kanûna 2007’an de li Şirnex, li Çiyayê Bizina ku bi ser Gabarê ye di navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hevalê Heyder li dijî êrîşên tunekirinê bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.

http://hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2007/haydar_ferhat_yarkan.jpg

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

Navê kod: Heyder Dersim
Nav û paşnav: Ferhat Yarkan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1983 / Uskudar , Stenbûl
Navê dayik û bav: Melek – Ahmet
Sal û cîhê tevlebûnê: 2002 / Kelareş
Dîrok û cîhê şahadetê: 26 Kanûn 2007 / Gabar, Çiyayê Bizina, Şirnex

Haydar Dersim – Ferhat Yarkan

Hevalê Heyder ku di sala 1983’ande li Stenbûlê jidayik bûye û bi eslê xwe ji Dersimê ye. Di encama polîtikayên inkar û tûnekirênê yên dagirkeran piştî serhildanê Dersimê xistibû meriyetê, malbata hevalê Heyder naçar mane koçberî metropolên Tirkiyê bûne.

Bi ruhê ku wê tevlêbûna nav refê gerîla wê bikaribe koploya navnetevî vala derxine, di sala 2002’ande bi biryareke xurt tevlêbûna xwe çêdibe. Li çiyayên azadiyê de bi xwe bawerbûnê, vîna xurt ya kesayeta milîtanbûyînê, herî dawî dixwaze li dilê Kurdistanê li Botanê di nav şer de cîhê xwe bigre. Di demeke kurt de pêşketinên pir xurt dike û bi ruhekî milîtan tevlê dibe.

Di kesayeta Hevalê Heyder de hem şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Emê tekoşîna wî bi bîrdarî berdawam bikin.

12 Çile 2011

Biryargeha Navendî ya HPG’ê




kostenloser Counter
Poker Blog