Kurdi

Anarşizm u Gerilla / Kurdi

NO BORDER CAMP- HEMBER NIJADPERESTI CON VEKE U BARIKAT CEKE

http://www.imgbox.de/users/public/images/3m2UiUQeSN.jpg

No Border Camp ( Qampa ji Sinora ra na ) ji aliye kome serbixwe u aktivisten serbest qu li hember nijadperesti u diskiriminasyone tekosin didin, nava 13. u 22. Tirmehe te sazkirin.

Hatibin yan ji nehatibin diskirimimekirin, yen ku mecburi jan ji ne mecburi terika welate xwe mane; qamp ji herkesi re vekiriye.
Eme Caleki, Civin, Civaten minakeseye,Sohbet u Mesa 9 roja darbixin nava van roja de em dixwazin ser van mijarande bisekinin;
Nijadperestiya roje,Nijadperestiya saziyen fermi, kontrola Kocbertiye,dijbertiya Qeraciya, jiyana Penabera, sebeben Penabertiye u Metingeh w.s..
Miroven qu bin Nijadperestiyede maxdur bune, hemberi ve Sistema qu pel haysiyeta insanan dike u wan dixwaze tene behle tekosine dike.

Ji ber vena gelek ciha ji aliye Penabera Caleki hatine li darxistin u di peserojeda ji ve be darxistin. Armanca No Border Camp alikari u desthevgirtina hemberi Nijadperestiye ye.

Tevlebun a Qampe weki dikare bo Penaberan cend Pirsgireka derxine, bo wena em van tistanji peskesdikin:

* Alikariya Huquqi:
Alikariya Huquqi himberi zexten merciyen remi qu ji ber Kampe u Calekiyan ten derxistin.

* Alikariya Abori:
Bileten Trene u Otobüse, xwarin, vexwaren u eger mimkinbe bere ji mera be gotin ji bo sazkirina Konan u Tulum e razane.

* Cihe Empowerment:
Cihen u Odeyen xususi bo miroven qu bin zexte nijadperestiyeda mane u mecburi penaberti bune.

* Koma Empati:
Dan u sitandina bi Koma empati.

* Sikle Calekiya:
Ser calekiyanda mutabakatik hatiye standin qu ciqas risk meriv kari bigre ser xwe. Bi wi awayi herkes calekiyanda xwe ewlekaride bizanibe.

* Ragihandin u Biryar
Ji bo herkes fikre xwe bine ziman u Biryaren guncav bihevra ben girten tercüma zimanan te kirin.

Bin organizasyona No Border Camp roja 21 Tirmehe Firingeha Düseldorfe de hemberi vegerandina Penabera we Caleki be li darxistin. Ji ber ve yeke dikarin tene besdari Calekiye bin.

Winji tevli Kampe bibin! Bi hevra! Weren bi fikre xwe an ji wisa!
Weren bo Cihaneke be sinor!

Em kîn e?

Amedekarîya Camp a No Border,ji héla kes (aktvist) én li dijî Nijadperestîyé ku gelek ji wan neçar mane li derve yî Welat bijîn û rastî karén Nijadperestî hatine pékté. ji bo Pirs û péwîstî ya alikarîyé li ser mijare kî hûn dikarin bi réka vé Name ya elektroknik bighén me.Hûn dikarin Email é xwe bi zimané xwe binivsînin.Navnîşana me wuha ye:

PDF

http://noborder.antira.info/

HEVDîTiNA NAVNETEWEî A ANARşîSTAN 8-12 tebax 2012 St-imier (Suisse)

http://www.imgbox.de/users/public/images/QgBJrK33lv.jpg

Ji bona pîrozkirina kongra St-Imier , sazumankara navneteweî anti-otoriter, Federasyona anarşistê frankofone (IFA) û Federasyona azadixwaz a montagne (OSL) ji bona tevlêbuna hevdîtina navneteweî di meha tebax ê sala 2012 li village de St-Imier , bang dike li koma , kolektifan û kesê ku xwe wek anarşistê ciwakî binavdikin.

Li ser sita internet (www.anarchisme2012.ch ) derbarê naverok û bergeha civînê de zidetir agahî tê dîtin. Program gorî pêşveçuna amadekirina xebata wê bê rojvekirin. lê programekê demî heye. Ev programa wê li ser sita internetê bê nû kirin.

Programa civînê

1) Hevdîtina navneteweî li ser 3 gava tê organîzekirin

-Axaftina vebunê ; li ser federasyona jurassienne ku kadeke nû ji bo anarshizmê vekirye.

-Axaftina girtinê ; derbara shoreshê û bakunin (dibe ku pêshnîyarnameke kollektif bê amadekirin )

-Girtin ; ziyafetek bi sitran û koro

2)- Konferans , destgehê nîqaşa û 3 masê gilover

-Anarşizmêda politikayê nu

-Organizasyonê anarşist ; proje û pratikê wan

-Anarşismêda herêmê nu , nuvebun û belavbuna anarshizmê

3)- Konferans / destgeh / nîqaş

her kom , federasyon û kes dikare mijara konferans û destgeha pêşnîyarbike

4)- Fuara pirtuka anarşist;

Em dixwazin ku sazîên çapkirinê ê hemî welatan tev li vê bernamêbin. Emê alîkarî û tevlêbunê bixazin ji bona ku em bikaribin perê vê organizasyonê bidin.

5)- Animasyon- Konser

Ji bona ku hevdîtin bi kêf û xwesh derbas be wê konser bên amadekirin (roj ê 5 heb). şano , koro ê şoreşker , marez , film…wê hebin.

6)- Mutbex , hewîn , kamp

Em hêvya nêzikê hezar kesîne. Xwarin û bi cîh kirin a van kesan hewceye. Ji bona vê bi me elîkarî wê hewce be. Ji bona razanê emê salonê jimnastika bi kar bînin. Em difikirin ku kampek e azad damezirînin.

7)- Diger

ji bona ku ev hevdîtina di nav şertekî xweş da derbas be emê servisê din jî organize bikin. Zarokxane , servisê ewlekarî û sekanî , ekip a tendurîstî… ji bona wezîfeyên ku me anîn ziman kesin ku dixwazin di navda cîh bigrên dikarin li ser sita www.anarchisme2012.ch formê tijîbikin.

http://www.anarchisme2012.ch/

Min Dît / FILM

AFİŞ

http://www.imgbox.de/users/public/images/IjF35tdVJx.jpg

FILM

Amed çocukları

Murat Karayilan wê di Roj Tv de axivî

http://www.imgbox.de/users/public/images/1Zjpr6TbVi.gif

http://www.imgbox.de/users/public/images/H9sNI7biNx.jpg

Serokê Konseya Rêveber ya KCK‘ê Murat Karayilan kû raydarên Îranê îdîakirin kû girtine û di destê wan de ye, dîmenên Serokê Konseya Rêveber ya KCK‘ê di Roj Tv‘yê de derketin.

Berfirehiya dîmenan wê êvarê di heman kanalê Roj Tv‘yê de bên nîşandan.

ANF

Nûçeyên di derbarê Karayilan de derewandin

Çavkaniyên KCK’ê agahî dan ANF û nûçeyên di derbarê girtina Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan derewandin. Di vê navberê de roportaja kû Karayilan dayî Roj Tv were weşandin.

ANF

Li Farqînê 13 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar in

http://www.imgbox.de/users/public/images/1Zjpr6TbVi.gif

http://www.imgbox.de/users/public/images/31PBsfB6Qa.gif

Hat ragihandin ku li çoltera bajaroka Sêdeqnê ya navçeya Farqîna Amedê di encama pevçûnekê de 13 leşker mirin, 7 jî birîndar in.

Hat zanîn ku li çoltera bajaroka Sêdeqnê ya navçeya Farqîna Amedê di encama pevçûnekê li navbera gerîlayê HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de de 13 leşkerên artêşa Tirk mirin, 7 jî birîndar bûn. Ev zanyariya Parêzgariya li Amedê jî piştrast kir. Hat zanîn ku leşkerên ku birîndar in, rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya li Amedê.

Herêma ku hê lê pevçûn didomin, hat zanîn ku ji Amedê ber bi herêma pevçûnê balafirên şer ên F 16 hatine rêkirin. Her wiha hat ragihandin ku gundê ‘Dolapdere’ yê li herêma operasyonê dikeve, leşkerên Tirk agir berdaye derdora gund. Hat zanîn ku gundiyar li Şaredariya Farqînê geriyaye û ji Şaredariyê daxwaza agirkujê/îtfayê kirine.

ANF

PYD: Sozên reforman Kurdan razî nake

http://img831.imageshack.us/img831/1002/54237857.jpg

Desteya Rêveber ya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) bal kişand ser nerazîbûnên gel ên li Sûriyeyê û careke din rêveberiya Sûriyeyê hişyar kir û diyar kir ku divê ji Zeynel Abidîn, Qeddafî û Mûbarek ders bigirin. PYD’ê nerazîbûnek tund nîşanên soza reformê ya “bê Kurd” ya rêveberiya Sûriyeyê jî da.

PYD’ê nerazîbûnek tund nîşana daxwiyaniyên reformên “bê Kurd” Berdevka Serokkomarê Sûriyeyê, Bûseyna Şeban da û got: “Israra wan li ser tinekirina hebûna gelê Kurd , bêyî ti parastinekî zagonî diyar be, bi berdewamkirina zext û qedexekirinê, tenê li doza Kurd dinêrin ku ew mafê hemwelatiya Sûriyeyê vegerînin, yan bi sererastkirina hin fermanên berê dixwazin Kurda razî bikin. Lê evane gelê kurd razî nake.”

PYD’ê di daxwiyaniya xwe ya nivîskî de got; “Em dibînin ku li vê herêmê guhertina çêdibin. Lê mixabin ji bo guhertinekî herî biçûk berdelên mezin ji xwîna pak tê dayîn. Di nava nakokiyên û rikberiyên xwîndar de derbas dibe. Ev jî li pey xwe êş û azarên mezin dihêle. Bi van şêwazan rejîm li beramberî civakê xwe radiwestin û lê daxwazên gelan nabînin û napejirînin, bi ser ku ew daxwaz xwezayî û rewan e.”

DIVÊ JI ABIDÎN, MUBAREK Û QEDDAFÎ DERS BIGIRIN

PYD’ê bal kişand ku ev mafê gelane, ne minet û ne sedeqe ye ku rejîm pêşkêş dike û rejîma Esad wiha hişyar kir: “ Ew mafekî xwezayî ye. Di rastiyê de ji destê wî hate girtin. Zeynel Alî Abidîn xwest û piştî wî Husnî Mubarek û Qezafî û Alî Abdula Salih, ji daxwazên rewa birevin û bi cî neynin, lê belê enacmên ku gihanê diyar e. Her kes dibîne.

GEL AZADÎ Û RÛMETA XWE DIXWAZE

PYD’ê bal kişand ku niha belavbûna pêlên serhildanên gel gihiştiye Sûriyeyê, gelê Sûriyê rabûye û got; “Gel dengê xwe bilind dike û daxwaza azadî û rûmeta xwe dike. Li bermberî zordestî û bêrûmetkirina ku li ser wê hate meşandin derdikeve û daxwaza Sûriyeke demokratîk ku tê de vebûn û pejrandina nerînên cuda hebe dikin. Sûriyeyeke bê rewşa awart, têde ragihandinekî azad hebe, zagona ji bo rêxistinkirina partiya û saziyan û sendîkan bê derxistin.”

PYD’ê got; “Sûriye xwedî mozayîkî dîrokî ye” û wiha domand; “Bi tevahî heyînên xwe dikare xwe têde bibîne. Li Sûriye zagonekî demokratîk ku têde ziman û çandên cuda bê pejrandin, welatekî ku tevahî heyina di bin yek banî de kom bike, û têde bi parastin û aramî bijîn.

PYD’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ê ku ji mafê xwe yên nasname, ziman û çandî bêpar maye, gelekî ku bi girtin û kiryarê nemirovane rû bi rû ye, gelekî hebûna wî nayê pejrandin, xaka wî ji dest hatiye girtin û li ser wî zimanekî din hatiye sepandin, navên ne yê wî lê tê kirin û got; “Çandek ne çanda wî ye li ser tê ferzkirin. Ev gel tê koçberkirin, birçîkirin, bêkar hiştin. Di nava tevahî wan qedexeyan de dijîn, ti rê nedîtin ji bilê ku daxwaza mafê xwe ya jiyanî bixwazin wekî tevahî gelê cihanê bi azadî û aşitî bijîn.”

DIXWAZIN BI BANGA REFORMAN PIRSGIRÊKAN DERENG BIXIN

PYD’ê bal kişand ser banga reformên “bê Kurd” a Berdevka Serokkomarê Sûriyeyê, Bûseyna Şeban û wiha got; “Li ser rastiyeke ku dihate payîn ku ev rejîm encama jê dernaxe. Ji ezmûna destpotên yên berî xwe dersê nagire, berovajî vê bi ser ku li xwe mikur tên ku gelek pirsgirêk hene pêwîste çareser bibin. Li şûna rejîmê hin pîlanên ji bo pêşerojê diyar kirine, ya ku ti wateya xwe tine ye û ji rastiyê ve dûr e, daye sepandin ku bi hewldanê pînekirinê ji bo ku hêrsa gel kêm bikin û bi derengxistin û paşdexistina pirsgirêka bi sivkayî bigirin dest.”

PYD’ê nerazîbûnek tund nîşanî sozên derbarê zêdekirina mûçe de da û got; “Wekî ku ev hêrsa gel ji bo hin pereyan, yan bi hin bermayan wê razî bibe. Wekî tê zanîn dem gel rabe berî hertiştî dûrişmê ji bo azadî û rûmeta xwe bilind dike.”

DI HESABÊN RÊVEBERIYA SÛRIYEYÊ DE PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE

PYD’ê bal kişand li ser pirsgirêka Kurd a li Sûriyey û got; “Di hesabên rêveberiya Sûriyê de ti pîlan û piroje ji bo gelê kurd û doza wî tune ye” û diyar kir ku heta guhertina xalên sereke yên di makezagonê pêk neyên, heta sîstema yek-partî ya ku seroketiya dewletê û civakê dike, di meriyetê de be, guhertin pêk nayên û got; “Tu dîtinên ku raya giştî ya gelê Kurd pê bawer be û razî be pêşkêş nekir. Israra wan li ser tinekirina hebûna gelê Kurd de didome. Bêyî ti parastinekî zagonî hebe, tenê bi berdewamkirina zext û qedexekirinê, li doza Kurd dinêrin. Herwiha mafê hemwelatiyê yê Kurdan li Sûriyeye an jî bi sererastkirina hin fermanên berê dixwazin Kurdan bixapînin. Lê evane gelê kurd razî nake. Bervajî vê yekê hê xurtir bi daxwazê xwe girêdaye. Di geşkirina tekoşîna demokratîk ya rewa de bi îda ye. Wê daxwazên xwe ji bo rakirina nijadperstiyê ya ku li ser tê kirin bidomîn. Heta daxwazên gelê Kurd neyê dîtin û mafên wan serekî neyên dayîn ew ê di tekoşîna xwe de berdewam dikin.”

ANF

Artêşa TC’ê di êrîşên xwe yê bi armanca îmhayê israr dike

Ji çapemenî û raya giştî re!

Tevî daxuyakirina tevgera me ya pêvajoya bêçalakitiyê ya yek alî a di 1’ê Adara 2011’an ku heta Artêşa TC operasyona lidarnexe û êrîş neke emê êrîş nekin hatibû ragihandin. Lê Devleta TC’ê helwesta xwe ya êrîşkar berdewam kiriye.

Herî dawî bi armanca tunekirinê êrîş û kemîn lidarxistiye. Herî dawî di 14’ê adarê de li derdora saet 21.00’ande li Gabarê li Dola Kudrê ku girêdayî Çiyayê Bizinaye ji aliyê Artêşa TC’ê kemînek hatiye avêtin, kemîn veguheriye pevçûnê û di navbera gerîla yê me û dijmin de 2 rojan pevçûn derketiye û di encama pevçûnê de 3 gerîla yê me bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şahadetê.

Hêzê me yê bi bangawaziya Rêbertiya me di bêçalakitiyê de bûn, di erafa Newroz ê de hatine şehîd xistin. Di erafa Newrozê de şehîd xistina gerîla yê me eşkere kiriye ku Erdogan jî weke Dehaq bi mijandina xwîna ciwanên kurd mîna wampîran xwe têr dike. Wê cardin di Newrozê de bi gurzên Kawayê Hemdem bipelçiqe û mîna Mubarek wê ew jî hilweşe. Wê ciwanê kurd çeka gerîla yên leheng li erdê nehêle. Em jî weke HPG’ê tola van hevalê xwe yê leheng li erdê nehêlin. Dubare sonda xwe ya bi Rêbertî û şehîdan nû dikin.

Nasname ya hevalê me yê li Gabarê şehîd ketine;

http://hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2011/nurhak_halit_dag.jpg

Navê Kod: Nûrhak Çiya
Nav û Paşnav: Halît Dag

Sal û cîhê ji dayikbûnê: 1980 / Mahsertê, Mêrdîn

Navê dayik û bav: Fadîme – Recep

Sal û cîhê tevlêbûnê: 1998 / Mêrdîn

Dîrok û cîhê şahadetê: 14 Adar 2011 / Basa, Şirnex (Gabar, Çiyayê Bizina, Geliyê Kumriyê)

**

http://hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2011/sindar_halime_bas.jpg

Navê Kod: Şîndar Eser

Nav û Paşnav: Halîme Baş

Sal û cîhê ji dayikbûnê: 1984 / Mêrdîn

Navê dayik û bav: Gulê – Mahmûd

Sal û cîhê tevlêbûnê: 1999 / Mêrdîn

Dîrok û cîhê şahadetê: 14 Adar 2011 / Basa, Şirnex (Gabar, Çiyayê Bizina, Geliyê Kumriyê)

***

http://hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2011/rezan_ismail_husnu.jpg

Navê Kod: Rêzan Ûrkêş

Nav û Paşnav: Îsmaîl Husnu

Sal û cîhê ji dayikbûnê: 1998 / Amûdê

Navê dayik û bav: Xezal – Husnu

Sal û cîhê tevlêbûnê: Amûdê

Dîrok û cîhê şahadetê: 14 Adar 2011 / Basa, Şirnex (Gabar, Çiyayê Bizina, Geliyê Kumriyê)

21 Adar 2011 / Biryargeha Navendî ya HPG’ê

**** ****

Li Çewlikê şerek dijwar

http://img833.imageshack.us/img833/9408/anigif2hm.gif

http://img638.imageshack.us/img638/9246/gerilla2050.jpg

Li navçeyên Azarpêt û Gêxî yên Çewlikê di encama operasyonek bi beşdariya leşker û cerdevanan de şer di navbera yekîneyên leşkerên Tirk û gêrîlayên HPG’ê de çêbû. Hat zanîn ku di şer de kuştî û birîndar jî hene. Hat zanîn pevçûn didome.

LI BASAYÊ OPERASYONA TUNEKIRIN

Roja 14′ê Adarê jî li navçeya Basaya Şirnexê di encama operasyona artêşa Tirk dabû destpêkirin de şer di navbera leşker û gêrîlayan HPG‘ê çêbû. Hat zanîn ku 3 gêrîlayan jiyana xwe ji des dane. HPG‘ê vê yekê piştrast kir û diyar kir ku ew ê di rojên pêşiya me de derbarê bûyerê de agahî bidin.

ANF

Hejmara adarê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya adara 2011an bi naverokeke dewlemend
derket û li firoşgehên navendî yên Ewrûpayê cîhê xwe girt. Rojnameya
mehane ku bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve
dagirtiye, derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê, di nav redaksiyona kurdî de nivîseke Prof. Dr. Ferhad
Îbrahîm a bi navê ‘’Wikileaks, DYA û Kurd’’ cîh digre.
Îbrahîm, di gotara xwe de li ser dokumentên Wikileaksê, yên der barê
siyaseta Amerîkayê ya hemdemî, ya nexasim li ser Kurdan disekine û pirs
dike ka gelo çima, di van dokumentan de pirsa kurd di siyaseta amerîkî ya
Rojhilata Navîn de cihekî mezin nagire.

Nivîseke din ji redaksiyona kurdî jî ew e ku bi navê «Li Kurdistanê
Setrenca Nabuccoyê» ye û ji aliyê rojnamevanê kurd Perwer Yaş ve hatiye
nivîsandin. Yaş, qala zehmetiyên têkiliya di Rojhilata Navîn de ji
dîrokê ve li ser xetên petrolê dike û balê dikişine ser lîstikên
dewletên herêmî ku çawa dixwazin para Kurdan bi tu awayî di vê yekê de
tunebe. Projeya Nabuccoyê wek mînak hildigire dest û li ser hûr dibe ka
her pirsgirêkeke li Rojhilata Navîn cîhanê çiqas elaqeder dike û dest
datîne ser girîngiya rola Kurdistanê di vê herêmê de. Daketina Kurdan
ya serzemînê dîplomasî û siyaseta cihanê bi taybetî welatên rojava û
welatên cîran dide xuyakirin ku êdî kî bixwaze li wê herêmê gavek
biavêje, divê Kurdan jî bihesibîne.

Di beşê «Arşîva Bîra Kurdan» ya Le Monde diplomatique kurdî de,
nivîsa Chris Kucthera ya bi navê «Berûdistana Kurd – Lawaziya
berxwedaneke parçebûy» heye ku pirsgirêka kurd li seranserê Kurdistanê
digire dest û analîzan li ser rêxistinên kurd yên ku piştî salên
heftê derketine holê dike.

Kucthera, balê dikşîne ser tevgerên nû, xetereyên nû, rêxistin û
kesên di wan de rol girtine û rola wan yek bi yek destnîşan dike. Dûr û
dirêj li ser şerê birakujî radiweste û bûyerên hatine holê yek bi yek
şirove dike, têkiliyên di navbera her du partiyên kurd yên mezin de
radixe ber çavan.

Hikumetên navendî yên Kurdistan dagir kirine vê rewşê baş bi kar
anîne û lê qet guh jî nedane daxwazên rêxistinên kurd, peyman pircaran
bi awayeke yek alî ve faşil bûne. Neteweyeke qedîm û têkoşêr ku
hertim ji bo mafê xwe li ber xwe daye, pir caran ne ji ber xurtbûna dijmin,
lê lihevnekirina hêzên navxweyî winda kiriye, lê dîsa jî bêrawestan
xwedî li têkoşîna xwe derketiye û hîn jî di nav şerekî dijwar de
hebûna xwe diparêze.

Sernivîsa Serge Halimi jî berê xwe daye Îranê û dibêje gelo ka kengê
dor tê îranê. Li ser tevlîheviya li Îranê û rewşa muhalefetê û
kirinên bi ser kesên muhalîf de tên radiweste û bi boçûnên xwe
serdestiya Îranê, ji ber ku ew guh nadin gelê xwe û cihanê, di nav
xetereyê de dibîne.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî, dîsa ji aliyê
Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û pirtûka Ferhad Pîrbal ya bi navê
«Çolistan» tê nasandin. Ev pirtûka çîrokan e û ji zaraveyê soranî
ji aliyê Şikriya Salih û Firat Kelehkî ve hatiye wergerandin.

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de jî dîsa cih dide hin
nivîsên li ser pêşveçûnên civakî yên li welatên ereb û rola
Amerîka. Herweha rûpelên hejmara adarê bi tabloyên wênesazê kurd
Gökhan Aslan ve hatine xemilandin. Ji bilî vê yekê, di vê hejmarê de
dosyayek di derbarê rewşa dawîn ya welatên ereb de jî cîh digre. Hin
nivîsên ku di hejmara nû ya Le Monde diplomatique kurdî de cîh digrin
tevî nivîskarên xwe weha ne:

Meksîkayê weha dev ji serxwebûna xwe berda *Jean-François Boyer*
Peymana demokratîk li nav hêzên başûr *François Danglin*
Hevkarîya ji hemû rexan ve *François Danglin*
Tenduristî, çandinî û projeyên hevbeş *Folasha dé A. Soulé-Kohndou*
Baregehên amerîkî yên bê sînor *William Pfaff*
Perwerde, ji bo berfirehkirina bîmeya civakî hêmaneke serekî *Thierry
Weisha upt*
„Şerê qirêj“ ê UCKyê li Kosovayê *Jean-Arnault Dérens*
Artêş, gel û otokrasî *Salam Kawak ibi & Bass ma Kodmani*
Li Misirê şoreşa piştî şoreşê *Rapha ël Kempf*
Birayên Misilman û „hatina nav nîzamê“ *Gilbert Achcar*
Li Lîbyayê rola eşîran *Ali Chibani*
Hişyarbûna erebî dê çi biguherîne? *Alain Gresh*
Payînên civakî û tirsa kaosê li Tûnisê *Akram Belkaïd*
Dema ku Fransayê piştgirî dida zordarîya li Tûnisê girseyê Michèle
Alliot-Marie bi xwe re bir *Laurent Bonelli & Elwis Potier*
Sîber-êriş li dijî Tehranê *Philipp e Riviére*
Êdî lêkolîner newêrin li tiştekî bikolin *Howard S. Becker*

www.lemonde-kurdi.com




kostenloser Counter
Poker Blog