Nameya Dawî ya Husên Xizrî! / Xizri‘nin son mektubu

KURDI

Nameya Dawî ya Husên Xizrî!

Ciwanê Kurd û girtiyê siyasî yê Kurd ê ku ji aliy rejîma Komara Îslamî ya îranê hat bi darvekirin, nameyek dawî ji malbata xwe re şand.

Xizrî di nameya xwe de behsa îşkence û bêmafiya lê hatî kirin û diyar dike ku rayedarên rejîmê ji wî xwestine bibe sîxûr, lê wî sîxûrtî nepejirandiye

Nameya Husên Xizrî wiha ye:

Navê min Husên Xizrî. Sala 1982”an li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Urmiyê hatim dinê. Di sala 2008 an de hatim girtin.

Roja 18ê Gulana 2009a cara yekê û dawî, li liqê 1ê yê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê, bi amadebûna endamekî îdareya Îtla`ata Urmiyê û nûnerekî dozgeriyê, ez dadgehkirim.

Beriya dadgehê karbidestên îdareya Îtla`atê ez tehdîd kirim ku li dadgehê ez behsa êşkenceyên li min bûne nekim.

Di encamê de, di dadgehek ji avrûyê û formalîte de, bêyî ku mafê parastinê bidin min, di nava 10 deqîqeyan de cezayê darvekirinê li min birrîn.

Dadgeheke bi vî awayî, bi temamî cihê fikar û gumana ne! Di nava 10 deqîqeyan de, min û parêze xwe, me çawa dikarî parastinek baş bikin.

Pirsek ku her car di serê min re derbas dibû ew bû, ku gelo wan tenê ji bo bêjin; tohmetbar di dadgehê de amade bû û cezayekî bi vî awayî lê hat birrîn, ev şanogerîya komedî pêkanîn?

Mijarek din jî ewe ku di dema dadgehkirinê de, min ji dadwer Derwêş re got, ez bêhtirê îfadeyan qebûl nakim. Ji ber ku ew di encama êşkenceyên giran yê derûnî û fizîkî de bi darê zorê bi min dane îmzekirin. Lê tevî vê jî, dadwer, bêyî ku van gotinên min li ber çavan bigre, rûniştin da destpêkirin û cezayê darvekirinê li min birrî.

Ceza piştre, 02ê Tebaxa 2009ê li dadgeha pêdeçûnê hate piştrastkirin û roja 08ê Tebaxa 2009a jî, biryara dawî ku ceza hatiye erêkirin, li girtîgeha Urmiyê ji min re ragihandin.

Divê ez bêjim ku beriya biryara dawî ji min re were ragihandin, min serî li hemû rêyên yasayî da û roja 1ê Tebaxa 2009ê min li dadgeha Eskerî ya Urmiyê, ji ber helwesta nemirovane û derhiqûqî ku ez pê re rûbirû mam, min gilî kir. Serlêdana min ji dadgeha esekrî şandin dadgeha giştî ya Urmiyê.

Piştî giliyê min yê di derbarê şêwazê lêpirsîna karbidestên sipa yên girtîgeha El Mehdî û îdareya Îtla`ata Urmiyê, roja 7ê Tebaxa 2009a ji bo îfadegirtinê ez bangî liqê 8a yê dadgehê kirim. Li wir min behsa şêwazê lêpirsîn û êşkenceyên li min bûne kir û min her weha rapora doktor ku êşkenceyên li min bûne piştrast dikir jî radestî dadgehê kir. Min ji wan xwest jî ku ez pisîşkê taybet yê yasayî jî bibînim. Lê balkêş bû ku lêkolerê dadgeha liqê 8a, ji bo ku gotinên min neyên piştrast kirin, ev derfet nedan min.

Roja 2yê Sibata 2010a li liqê 8ê yê dadgehê, min gotinên xwe, tevî rapora doktor radestî lêkoler kirin. Dosyaya min ku ji aliyê dadgeha eskerî ve hat redkirin, dîsa şandin dadseraya giştî û ez jî veguhestim Îdareya Îtla`ata Urmiyê.

Di wan 3 rojan de ku ez li girtîgeha navendî ya Urmiyê bûm, bi hemû şêwazan ez tehdîd kirim. Wekî mînak, ji ber ku min giliyê wan kiribû ez tehdîd dikirim. Piştre ji min dixwestin ku ez li ber kamerayan nivîsên ku wan amadekirine bixwînim û bêjim ku ti helwestek xerab li hember min nîşan nedane û êşkence li min nekirine. Digotin ku li beramber vê, ew jî wê ji nû ve di dosyaya min de pêdeçûnê bikin û cezayê min daxin.

Wekî ku tu bêje, çarenûsa mirovan amûreke û ji bo armancên xwe bikarbînin helwest nîşanî min didan.

Veguhestina min ji dadseraya eskerî ji bo îdareya Îtla`atê, tirs û xofek mezin ji malbata min re çêkiribû. Bavê min ji bo wergirtina agahiyên di derbarê çarenivîsa min de serdana îdareya Îtla`atê ya Urmiye kir. Lê ji ber beriva ne zelal û bi nakok ku danê, wî ji ber tirsa ku ez bidarvekirime, li ber deriyê Îtla`atê sekteya mêjî derbas kir û piştî veguhestina nexweşxaneyê koça dawî kir.

Ew jî rûpelek ji sûcên Komara Îslamî ye ku bi helwestek weha û xuliqandina xemê ji malbata mi, derbek weha li min da ku ji sed car darvekirina min girantir bû. Niha berpirsyarê vê yekê kî ye, xweda dizane!

Ya balkêş jî ew bû ku, karbidestan li şûna ku serxweiyê li min bikin, bêyî sedem û agahdarkirin ez veguhestim girtîgeha bajarê Qezwînê. Niha tesawir bikin ez di çi rewşê de bûm.

Ji wê girîngtir, piştî çend saetan, dest, ling û çavên min girêdayî û ji min re gotin, tiştekî girîng nîne, me tenê tu veguhestiye girtîgehek din.

Di bangnameya îdareya Îtla`at, bangnameya dosgeriya giştî ya parêzgeha Urmiyê û di ragihandina ceza de, ez wekî mûharin binavkirim. Ev bi xwe jî ji rastiyê dûr bû.

Ya yekê, ji ber ku di dema binçavkirinê de, ez ne çekdar bûm, min tenê xebatên siyasî û civakî dikirin.

Ya duyem, min li dijî Komara Îslamî ya Îranê ti çalakiyêk çakdarî pêknaniye. Her weha di 8 mehên di hucreyên yekkesî yên sipay NBÎ yên bajarên Kirmaşan, El Medhî ya Urmiyê û îdareya Îtla`ata Urmiyê de di bin êşkenceyên fîzîkî û derûnî û hewaretan yên herî dijwar de hatim ragirtin.

Di nava van 8 mehan de, van êşkenceyan bandorek ewqas mezin û giran li min kiribû ku, du caran min hewl da dawî li jiyana xwe bînim. Ji ber ku êşkence û helwestên li hember min bi şêweyekî bûn ku min mirina xwe ji jiyîna xwe baştir didît.

Cihê balkêşî û pirsyarê ye ku li ti cihên cîhanê nehatiye dîtin ku kesek 8 mehan di hucreyek yekkesî de were ragirtin û destur neyê dayin ku malbata xwe bibîne. Her weha nehêlin ku ew tenê bi riya telefonê jî bi malbata xwe re bi axive.

Di dawiyê de wekî girtiyê siyasî Husên Xizrî radigihênim:

Tevî ku di bin çavdêriyek xurt ya barbidestan de me, nameya min ya vekirî ku min arasteyî karbidestên di asta bilind yên dadweriyê kiriye, bêyî ti bingehekî qanûnî hatiye red kirin û Parastina Girtîgehê (Heraset) dest daniye ser.

Ji bilî ku niha ne diyare ka ew dê min sibe yan jî du sibe min bidarve bikin, her weha rê nadin ku ez bi awayekî azad, rewşa tenduristiya xwe jî ragihînim.

Lewra di bin vê dorpêç û tecrîda giran de ez bang li rêxistinên navneteweyî, rêxsitinên parastina mafê mirov û bi taybetî jî rêxistinên ku mafê girityan diparêzin dikim ku dengê me yê hatiye fetisandin bigihînin guhên hemû mirovahiyê.

Ez ji niha ve, hemû wan rêxistin û kesayetiyan wekî parêzerê xwe yê fermî dizanim û ji wan dixwazim ku ji bo van xalan kar bikin:

1- Dadgehek bêalî, dadwerane û adil

2- Ji bo ku di dosyaya min de ji nû ve pêdaçûn were kirin û bêyî ku rastî werin veşartin, bi taybetî mijara êşkencekirina min wer eaşkere kirin

Girityê siyasî Husên Xizrî

Girtîgeha navendî ya Urmiyê

Benda 12ê

Di rojekê de ku Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, di lehiya xwînê û şewata şerekî giran de bûn, roj nebû ku bi sirra sibê re, bêdengiya goristana gundekî himbêza xwe ji ciwanekî kurd re veneke..

Pêla şînê ya dayikên Kurdistanê a ber bi çiyan ve, bi ken û qehqeheyên dagirkerên Kurdistanê vediceniqî. Bakurê Kurdistanê bêdeng bû, yan jî, bê deng dihat serkutkirin.

Tenê dengek dihat! Ew jî dengê berxwedana zindanê bû…

Di rojek weha de, keliha Ehrîmen ya Faşîstan ya li ser pêsîra welat, hêza bînstandinê li gelê kurd birrî bû… Welatê dayik, ji lawên xwe re pênûs û çekek şand…

Pênûsek ji rengê rojê da destê Apo û çekek ji rengê jiyanê û bîhnstendina jiyanê da destê Egîd…

Wê rojê, dengê çeka Egîd, ew bêdengiya kûr ya li ser asîmanên Bakurê Kurdistanê belav kir… Pênûsê jî navê wê rojê nivîsand, 15ê Tebaxê…

Bi rastî jî ew roj, roja vejînê bû!!!

Ew gelê ku di xeyalên dujminan de êdî hatibû tinekirin û gora nebûna wî hatibû kolan, serî hilda… Û li ser her çiyayekî Kurdistanê dirûşmeya serhildanê bilind kir…

Îro, di ser 15ê Tebaxa 1984ê re 26 sal derbas dibin…

Em dibînin ku ew qêrîna jiyanê her roj bilind tir dibe. Çeka Egîd li gel ala bi rengê xwînê ya Partiya Karkerê Kurdistanê di destê ciwanên hişyar yên gelê kurd de, bilindtir dibe…

Ew destketiyên ku kurdan îro bidest xistine, hemû berhemên wê ked û pêngava pîroz in, ku bi piştgiriya gel, zîndan û heval Şehîd Mehsûm Korkmaz hat avêtin in…

Îro her kes baş dizane ku tevgera Apocî, êdî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye û bi bandor e. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi taybetî bi birêxistinkirina gel, tevgera Apocî pêngava ber bi partîbûnê ve avêtiye.

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK, wekî destkeftekî rastîn yê Pêngava 15ê Tebaxê xwedî rol û bi bandor e. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî vê rastiyê dizane ku 15ê Tebaxê, roja vejîna kurdê azad a hemdem e.

Komara Îslamî bêhtir ji her kesî, vê tevgerê wekî talûkeya li ser hebûn û berdewamiya xwe dibîne. Lewra, bi hemû hewldanên xwe yên eskerî, xapandina gel, zextên xwe yên li ser girtîyan û bi darvekirinan dixwaze rê li pêşketinê bigre û serkut bike.

Ji bo vala derxistin û bersivdana vê siyaseta Komara Îslamî, tenê beşdariya ciwanan ya li nav refên gerîlla û tevgerê bes e!

Em jî wekî girtiyên ji doza PJAKê yên di girtîgehên Komara Îslamî de, tevî pîroz kirina wê, em hêzê ji vê rojê distînin.

Em, di serî de şehîdê pêşeng Heval Egîd, soza xwe ya bi hemû şehîdan re nûdikin, ku emê heta nefesa xwe ya dawî, şagirdên Rêber Apo û şervanên Heval Egîd bin…

Di dawiyê de, em bejna xwe li ber bîranîna şehîdan ditewînin û vê rojê li Rêber Apo, li hevalên zindan û li çiyan pîroz dikin…

Berz û bilind be ala 15ê Tebaxê!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Şehîd Namirin!

Bijî Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK!

Bijî Rêber Apo!

ANF

TÜRKÇE

Xizri‘nin son mektubu: İtirafçılığı asla kabul etmedim

İran rejimi tarafından idam edilen Kürt siyasi tutsak Hüseyin Xizri, idam edilmeden önceki son mektubunda cezaevinde yaşadığı korkunç işkenceler ve hukuksuzlukları anlattı. “İtirafçılığı asla kabul etmedim” diyen Xizri, yaşadığı işkenceleri dile getirirken, “O kadar işkence görüyordum ki; ölüm benim için yaşamdan daha iyi geliyordu” ifadelerini kullanıyor.

PJAK üyesi olduğu gerekçesiyle Kasım 2008’de tutuklanan ve hakkında idam cezası verilen Hüseyin Xizri isimli Kürt genci, cezaevi yetkililerine göre 15 Ocak 2010’da Urmiye’deki merkezi cezaevinde asılarak idam edildi. Ancak Xizri‘nin avukatı, ailesi ve kamuoyunun yanıltıldığını, idamın 5 Ocak‘ta gerçekleştiğini bildirdi.

10 DAKİKADA İDAM CEZASI

İşte Hüseyin Xizri’nin idamından önceki son mektubu:

Adım Husên Xizrî. 1982 yılında Doğu Kürdistan’ın Urmiye kentinde doğdum. 2008 yılında iran devleti tarafından tutuklandım. 18 Mayıs 2009 tarihinde ilk ve son defa Urmiye’de 1. Devrim Mahkemesine çıkarıldım. Duruşma bir istihbarat (itla’at) temsilcisi ve savcının katılımı ile gerçekleşti. Onlar da orada hazır bulundular. Duruşma başlamadan önce istihbarattan gelen kişi beni tehdit etti ve mahkemede işkencelerden bahsetmememi istedi. 10 dakika süren biçimsel bir duruşmada bana söz hakkı bile verilmedi ve idam cezasına çarptırıldım. Böylesi bir mahkeme temamen şüpheli ve gayri meşrudur. 10 dakikalık zaman zarfında ben ve avukatım nasıl savunma yapacaktık!?

DURUŞMA DEĞİL TİYATRO

Şu soruyu her zaman sordum kendime; acaba onlar, ‘suçlu duruşmada hazır bulundu ve idam cezası yüzüne okundu’ diye mi bu tiyatroyu sahnelediler. Bana göre bu komik gösteriş sadece bunun için kurgulandı.

Duruşma esnasında Derweş isimli hakime ifadelerimin çoğunu kabul etmediğimi söyledim. Çünkü bu ifadeler çok zor, tarifi imkansız fiziki ve psikolojik işkenceler sonucu bana imzalatıldı. Bu ısrarlarıma rağmen mahkeme heyeti beni dinlemeden duruşmayı açtı ve bana idam cezası verildiğini açıkladı. Bana verilen idam cezası 2 Ağustos 2008 tarihinde yüksek mahkeme tarafından kabul edildi. Bu karar 8 Ağustos’ta Urmiye cezaevinde tarafıma iletildi.

TÜM YASAL HAKLARIMI REDDETTİLER

Öncelikle şunu söylemek gerekiyor ki; idam cezasının onandığına dair karar bana iletilmeden önce bütün ‘yasal’ haklarımı kullanmak istedim ve gerekli makamlara başvuruda bulundum, bu haksızlığın giderilmesini istedim. Urmiye zindanında bana yapılan insanlık dışı işkenceleri anlattım, kanun dışı, insanlık dışı uygulamalar hakkında suç duyurusunda bulundum. Başvurumu Urmiye Askeri Mahkemesinden Yüksek mahkemeye gönderdiler.

Yaptığım suç duyurusundan sonra 7 Ağustos 2009 tarihinde beni 8. Dairede mahkemeye çağırdılar. Orada bana yapılan işkenceleri, insanlık dışı uygulamaları anlattım aynı zamanda doktorun verdiği raporu da heyete sundum. Mahkeme heyeti söylediklerimi dikkat almadı, talepte bulunduğum tüm yasal haklarımı çeşitli bahanelerle reddetti.

Ardından 2 Şubat 2010 tarihinde raporumu ve dosyamı bir dilekçe ile yetkililere verdim ancak dosyam askeri mahkeme tarafından reddedildi. Beni tekrar Urmiye istihbaratına teslim ettiler.

İTİRAFÇILIĞI ASLA KABUL ETMEDİM

Bu süre zarfında bulunduğum Urmiye merkez cezaevinde sürekli tehdit edildim. Onlar hakkında suç duyurusunda bulunduğum için beni ölümle tehdit ediyorlardı. Benim kamera karşısına çıkmamı ‘suçumu’ kabul etmemi istiyorlardı. Ayrıca işkence görmediğimi itiraf etmemi istiyorlardı. Bunu yaptığım takdirde dosyamı tekrar gözden geçireceklerini ve cezamda indirimde bulunacaklarına dair taleplerde bulundular. Dosyamı, yaptığım yasal girişimleri, cezamı kendi amaçlarına göre kullanmak istediler. Bana böylesi bir yaklaşımda bulundular. İtirafçılığı asla kabul etmedim.

BABAMIN ÖLÜMÜNÜN SORUMLUSU KİM?

Ailem benim durumumdan dolayı kaygı içerisindeydi. Duruşumdan dolayı devlet güçleri ailemi korku ve endişe içinde çekmek istiyordu. Babam yaptığım başvurular ve dosyamın akıbeti hakkında Umriye’deki İtla’ate yönetimine başvuruda bulundu. Babama yanlış ve çelişkili cevaplar verdiler. Akıbetimi sormak için giden babam idam edileceğime dair yaşadığı yoğun kaygılardan dolayı İtlaat binasının önünde beyin kanaması geçirdi ve yaşamını yitirdi. Babamın ölümü de İran İslam Cumhuriyetinin başka bir suçudur. Aileme büyük bir darbe vurdular. Babamın bu şekilde ölmesi benim yüzlerce defa idam edilmemden daha ağır geldi. Bunun sorumlusu kim? Allah bilir!

Babamın ölmesinin ardından bana başsağlığı dilemesi gereken yetkililer aksini yaptılar ve beni Qezwin cezaevine gönderdiler. Beni Qezwin cezaevine gönderdiklerinde Babamdan haberim yoktu. Yüz saatten fazla elim, ayaklarım ve gözlerim bağlıydı. Bana önemli bir şey olmadığını sadece yerimin değiştiğini söylediler. Oğlunun akıbeti ile uğraşıp beyin kanaması geçiren bir babanın çocuğu ne halde olur onu siz düşünün…

SİLAHLI HERHANGİ BİR EYLEMDE BULUNMADIM

İran devleti, savcılık makamı ve mahkeme kararında ben muharib (Allahın düşmanı) olarak gösteriliyorum. Bana verilen cezanın nedeni budur. Ben yakalandığımda silahlı değildim zira ben siyasi çalışmalar yapıyordum ve bundan dolayı tutuklanmıştım. İkincisi; İran devletine karşı silahlı herhangi bir eylemde bulunmadım. Kırmaşan NBI’de 8 ay tek kişilik hücrede tutuldum. Urmiye’nin El Mehdi istihbarat binasında yoğun fiziki ve psikolojik işkencelere maruz kaldım.

O KADAR İŞKENCE GÖRÜYORDUM Kİ ÖLÜM DAHA İYİ GELİYORDU

8 ay boyunca yaşadığım yoğun işkenceler, insanlık dışı uygulamalar karşısında iki defa yaşamıma son vermeyi düşündüm. O kadar işkence görüyordum ki; ölüm benim için yaşamdan daha iyi geliyordu. Sanırım çok az görülmüştür ki; bir insan tam 8 ay tek başına bir hücrede tutulsun aralıksız işkence görsün ve ailesi ile görüştürülmesin. Ailesi ile dışarısı ile hiç bir irtibatı olmasın!

Artık net olarak görülmüştür ki idam edileceğim. Sanırım her an beni idam edebilirler. Son günlerimde bile sağlık durumum ve bana yapılan işkenceleri özgür bir şekilde anlatmamı istemiyorlar, engelliyorlar.

Bu yoğun baskı ve tecrit koşulları altında bütün uluslararası kurumlara, insan hakları kurumlarına ve özellikle tutsakların hakları ile ilgilenen kurumlara çağrıda bulunuyorum. Biz İran zindanlarındaki tutsakların bastırılmış sesini insanlığa duyurun…

Bizim taleplerimiz; 1- Adil ve tarafsız bir yargı. 2- Dosyalarımızın yeniden işleme alınması ve yapılan işkencelerin teşhir edilmesi.

ANF





kostenloser Counter
Poker Blog