Hê jî kujer nehatine darizandin

http://img62.imageshack.us/img62/5986/13952825.jpg

Di ser bûyerên 28′ê adara 2006′an ku 5 jê zarok 10 kes bi guleyên polîsan hatin kuştin re 4 sal derbas bûn. Di bûyeran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 300 jî birîndar bûbûn lê heta niha kujer û berpirsyarên kuştinn nehatine darizandin .

Di ser bûyerên 28′ê adara 2006′an ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 300 kes jî birîndar bûn re 4 sal derbas bûn. Lê ligel 4 sal derbas bûn û malbatan bi alîkariya ÎHD‘ê û Baroya Amedê serlêdanên sûc kirin jî kujer nehatin darizandin.
Piştî Newroza 2006′an di 24′ê adarê de li dijî 14 endamên HPG‘ê li Herêma di navbera Mûş Pasûr, Darahênê û Solxanê de operasyonek berfireh pêk hat. Di operasyonê de 14 endamên HPG‘ê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên Bulent Tanişik, Muzaffer Pehlîvan, Fatîh Çetîn, Mahmut Guler anîn Amed û navçeyên Amedê. Piştî cenazeyê Mahmet Guler di 28′ê Adara sala 2006′an de ji Nexweşxaneya Meletiyê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê definkirin. Di definkirina cenaze de gelek balafirên F-16 bi nizmî di ser goristanê re firiyan û gel tahrîk kirin. Girseya ku ji Goristana Yenîkoy meş pêk anî, li hemberî Qereqola Polîsan a 10 Nîsanê rastî mudaxaleya polîsan hat û bûyer derketin. Piştî polîsan li pêş qereqola polîsan mudaxaleyî girseyê kir ciwanan ji bi kevir û molotofan bersîv dan polîsan û bûyer li nava kolan û taxên Amedê belav bûn. Bûyerên ku di demek kin de li nava kolan û taxên Amedê belav bûn, heta 3′ê nîsanê dom kir û di bûyeran de 5 jê zarok bi tevahî 10 kesan bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 300 kes birîndar bûn û 563 kesên ku jê 200 zarok bûn hatin binçavkirin. Bûyerên ku 4 rojan li hemû tax û kolanên Amedê dom kir û 10 kesan bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan.
Li Gorî daneyên Baroya Amedê di bûyerên 28′ê Adara 2006′an de jê 200 zarok bi tevahî 563 kes hatin binçavkirin. Li gorî daneyên baroyê 554 kes derketin pêşberî dozger û ji 554 kesan 382 kes li dadgehê hatin girtin. Kesên hatin girtin jê 91 kes zarokên temenê wan di nava 12 û 18 salî de bûn.
Piştî bûyera 28′ê Adarê 463 kesan bi îdiaya „Propaganda rêxistinê kiriye“, „Muxalefetiya zagona hêjmar 2911′an kiriye“ û „Zirar daye malê dewletê“ doz hate vekirin. Xezîneyê ji ber bûyeran 262 hezar YTL fatûreya zirarê derxist û li hesabê 463 kesên ku jê 70 zarokin nivîsand. Dozên ku li Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê tên dîtin hêj didome.
Baroya Amedê û Şaxa ÎHD‘ê ligel malbatên ku zarokên wan birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan, bi dehan caran li Dozgerak Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin. Lê daxwaza destpêkirina lêpirsîna îdarî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate astengkirin. Ligel 4 sal derbas bûn jî hita niha derbarê kujer û berpirsiyaran de tu lêpirsîn û doz nehat vekirin. Lê li aliyê din di van 4 salan de ji ber TMK‘ê 28 hezar zarok hatin darizandin. Hêj 2 hezar û 721 zarok girtî ne.
Rêvebera Şaxa ÎHD‘ê ya Amedê Prz. Kezban Yilmaz, darizandina zarokan a li Tirkiyeyê rexne kir û anî ziman ku zarok li Tirkiyeyê li gorî pîvanên YE‘ê nayên darizandin. Yilmaz, destnîşan kir ku piştî bûyerên 28′ê Adarê di TMK‘ê de hin guhertin çêbûn û bi vê yekê re zarokên 15 salîe jî li Dadgehên Cezayên Giran hatin darizandin. Yilmaz, anî ziman ku cezayên ku li zarokan tên birîn bi piraniya civake bêzar dike û wiha got: „Ji ber ku hikûmet rastî bertekên civakê tê dixwaze hin guherînan pêk bîne. Lê guherînên ku tên kirin jî tenê kirasên wan tên guhertin, lê cewher nayên guhertin. Divê cewherê zagonan bên guhertin.“

Kronolojiya bûyeran

28′Ê ADARÊ:

Di roja destpêkê de bi giranî bûyer li taxên Kuruçeşme, Navenda Baglarê, Deriyê Mêrdînê, Mêrgahmed, Oryil, Kolana Medîne, Sakarya û Emekê pêk hatin. Di bûyeran de ji ber polîsan gulen çeken, guleyên plastîk û bombeyên gazê bikar anîn nêzî 70 kesî birîndar bûn. 29 jê zarok nêzî 100 kesî hatin binçavkirin. Ciwanê 18 salî Mehmet Akbulut ku di endama guleya polîsan de birîndar bû. Piştî rêveberên DTP‘ê di saetên êvarî de bi walîtiyê re hevdîtin çêkirin bûyer bi dawî bûn.

29′Ê ADARÊ :

Ji serê sibê de welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Çalakî heta Zanîngeha Dîcleyê jî belav bûn. Di bûyeran de Tîmên Tevgêra Taybet, Hêzên Çevîk û polîsên TEM‘ê bi hişkî mudaxaleyî girsê kir û di serdegirtina gelek malan de camên malan şikandin. Ji ber ku polîs û hêzên çevîk gotinên xirab û çêr ji gel re kirin û bûyer sor kirin. Li Kolana Emek a Baglarê, Kuruçeşme, Korhat, Balikçilarbaşi, Huzurevlerî û gelek nokte û taxên bajêr polîsan bi maskeyan ji serê sibê heta êvarî mudaxale kir û li qadên navendî tanq û panzêrên leşkerî û polîsan hatin bicihkirin. Piştî nivro ketin û derketina Nexweşxaneya Dewletê ji aliyê polîs û hêzên çevîk ve ket bin kontrolê. Di roja 2′yem de leşkeran mudaxaleyî bûyerê kirin. Di roja 2′yem de 28 kes bi guleyên çekan bi giranî birîndar bûn. Di heman rojê de Tarik Ataykaya (22) û Îsmaîl Erkek (8) bi guleyên polîsan û Mehmet Işikçi (19) jî bi lêdanê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Mustafa Eryilmaz (26) û Emrah Fîdan (17) piştî rakirin Nexweşxaneyê Zanîngeha Dîcleyê, di 3′ê nîsanê de ji ber guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di roja 2′yan de Abdullah Duran ê 9 salî, dema li mala xwe ya qadê 2′an a Kolana Sakarya li derve dinerî bi guleya polîsan birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Bi mezinbûna bûyeran re ekîbên polîs û tîmên taybet ji Riha, Mêrdîn, Êlih, Elezîz û Meletiyê piştgirî dan polîsên Amedê û mudaxaleyî bûyerê kirin. Dîsa gelek wesayitên Zirxî yên 16′emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Erxenî daketin bajar û mudaxaeyi bûyerê kirin. Ji bo bûyer bi dawî bibin Şaredar Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan û rêveberên DTP‘ê saet di 19.00′an de xwestin bi Walîtiyê re hevdîtin çêkin, lê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di wê demê de Baydemîn bi siviki birîndar bû û camên erebeya wî hatin kişandin. Waliyê Amedê Efkan Ala, Saet di 23.00′ê şevê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 200 kes hatine binçavkirin û 130 jê personel bi tevahî 250 kes birîndar bûne.

30’Ê ADARÊ:

3 kesên ku di 29′ê adarê de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoy bi girseyek mezin hatin definkirin. Girseya ku saet di 14.30′an de li Kolana Medîne ya Baglarê li hev kom bûn, dema bi meş di ber Qereqola Polîsan a 10′ê nisanê re derbas bûn dîsa li pêş qereqolê bûyer derket û di mudaxaleya polîsan de Enes Ata yê 8 salî jiyana xwe ji dest da. Di 30′ê adarê de polîsan hem li kolanan bi bombeyên gazê mudaxale kir û hem jî bi helîkopteran ji jor ve gaza îsotê bi ser girseyê de barandin. Dîsa polîsan raste rast gule bera gel dan.

31’Ê ADARÊ:

Di 31′ê Adarê de jî li tevahiya bajar dikan venebûn û kes neçûn ser kar. Cenazeyê Enes Ata (8) û Îsmaîl Erkek (8) ku di 30′ê adarê de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan saet di 05.00′ê sibê de bi beşdariya malbatên wan li gundên wan hate definkirin. Dîsa cenazeyê Mehmet Akbulut (18), ku di 28′ê adarê de birîndar bibû li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û ji ber destûr nedan li nava bajar defin bikin birin li Gundê Baturê definkirin. Dîsa parazvanên mafên mirovan, endamên baroyê û şaredarên bajar û navçeyan ji aliyê polîs û leşkeran ve rastî neheqî û mudaxaleyên fîzîkî hatin.

1’Ê NÎSANÊ :

Bajar hêdî hêdî asayî bû. şaredariyê dest bi xebatê û paqijiyê kir. Di 3 rojan de 417 kes hatin binçavkirin û ji 167 kesên derketin dadgehê jê 155 kes hatin girtin.

2’Ê NÎSANÊ:

Halît Sogut ê 78 salî ku di bûyerên 30′ê adarê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Dîsa ji 546 kesên di bûyerên 4 rojan de hatibûn binçavkirin jê 236 kes hatin girtin.

AZADİYA WELAT





kostenloser Counter
Poker Blog