Kuştin provokasyon nîn e?

Walîtiya Şirnexê têkildarî kuştina Resûl Îlçîn, Yahya Menekşe û Mehmet Uytun ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin bersivand û Walî li hemberî raporan ji dêvla ku bûyeran zelal bike çêkirina nûçeyan wekî sûc nîşan da

http://img687.imageshack.us/img687/7461/1q2.jpg

Walîtiya Şirnexê, pirsnameya Parlamentera Şirnexê Sevahîr Bayindir a têkildarî kuştina Resûl Îlçîn, Yahya Menekşe û zarokê bi navê Mehmet Uytun ku ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, bersivand. Walî diyar kir ku Îlçîn ji ber nexweşiya xwe ketiye û miriye.
Walîtiya Şirnexê, di bersivandina pirsnameya Parlamentera BDP‘ê Sevahîr Bayindir a der barê kuştina endamê DTP‘ê Resul Îlçîn ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest da, Yahya Menekşe ku li Cizîrê di bin panzerê de ma û dîsa der barê zarokê bi navê Mehmet Uytun ku li Cizîrê bombeya gazê jiyana xwe ji dest dabû, îdîa kir ku Îlçîn, ji ber pirsgirêkên xwe yên tendûristiyê ketiya xwar û miriye. Walîtiyê, rapora der barê Îlçîn a li ser û cihên cûda yên bedena wî şopên derban hene, ji nedîtî hat û çêkirina nûçeyên der barê mirina Uytun, de jî wekî „Provokasyonê“ binav kir.
Parlamentera BDP‘ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, têkildarî kuştina Endamê DTP‘ê Resul Îlçîn ku li Navçeya Îdirê ya Şirnexê di 22′yê cotmeha 2009′an de hate binçavkirin û piştre ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, mirina Yahya Menekşe û Mehmet Uytun de pirsname da Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay. Pirsname, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate bersivandin. Di bersivê de hat gotin ku di ketina Îdirê de bi hinceta wesayîta Îlçin bi „Guman“ bû ji aliyê polîsan ve hatiye sekinandin û Îlçîn, hatiye binçavkirin. Walîtiyê da zanîn ku Îlçîn birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û wiha îdîakir: „Di encama lêgerîna wesayîtê de derveyî çaya qaçax tu tiştên bibin sedema sûc nehatine dîtin, lê ji bo tahkîkatên pêwîst pêk anîne Midûriyeta Polîsan û Resul Îlçîn, di dema ketina Midûriyeta Polîsan de li ber qulubeya nobedariyê ketiya xwarê û kesên çûne cem dîten ku ji ber serê wî li eredê ketiye xwîn bûye.“
Di bersivê de hate îdîakirin ku Resul Îlçîn û Mehmet Îlgîn wekî hatiye îdîakirin ji aliyê komekî polîsên qelebalik ve nahatiye birin û Resul Îlçîn jî ji ber nexweşiyên xwe nerihet bûye û di yekemîn otopsiya wî de ji serê Îlîç û vucuda wî şopa darbeyan hatiye ditin. Di bersivê de disa otopsiya ji aliyê Saziya Tip a Amedê ve hatiye kirin de jî serê û vucuda Îliç de şopa darbeyan hatiye ditîn li ev yek jî ber çav nehate girtin. Hate îdîakirin qemarayên li Hezexê jî xirabûne.
Di bersivê de Miduriyeta Polîsan a Hezexê di sala 2008′an de gelek çalakiyên DTP‘ê li darxistî mudaxele lê kirine û ji bo ku di derheqê rayedaran de giliyê bikin di derheqê kesên gilî kîrine lêpirsîn hatiye kirin.
Di bersivê de hate hînbûn ku lêpirsîna têkildarî kuştina Yahya Menekşe yên bi îdîaya ku panzerê lixistiye jî hêj didome. Di bûyerên Cizîrê de dema ku polîsan mudaxeleyê li girseyê kir, zarokê di ber singê diya xwe de Mehmet Uytun yê bombeya gazê jiyan xwe ji dest da, li şûna lêpirsînê li kesên bûne sedema kuştina Uytun, yi nûçeyên têkîldarî mijarê dehatine weşandin wekî „provokasyon“ hatin nirxandin.

Azadiya Welat





kostenloser Counter
Poker Blog