Li Amedê terora Tayyîp Erdogan

Li Amedê, bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Girtîgeha Îmraliyê û girtina doza DTP‘ê, bi hezar kes li ber avahiya DTP‘a Amedê kom bûn. Girseya ku xwest ber bi cadeya Dîrekxaneyê ve bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. Di nava nîv saetê de pevçûn li tevahiya bajar belav bûn. Ciwanê bi navê Aydin Erdem (23) bi guleya polîsan hate qetilkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên hatine binçavkirin nehate hîn bûn. Parlamentera DTP’ê ya Amedê Aysel Tugluk anî ziman ku polîsan meşvan tehrîk kirin.
Li Amedê bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê bi hezaran kes li ber avahiya DTP‘ê ya Amedê kom bûn. Girsê gelek posterên Ocalan û alên PKK‘ê hilgirtin û pankarta „Tenê daxwaza me azadiya te ye“ vekirin û dirûşm berzkirin.
Bi 10 hezaran kesên ku li ber avahiya DTP’ê civiyabû bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi meşê kir. Polîsan li ser cadeya Dîrekxaneyê li duryana sûka necaran rê li ber girseyê girt û hişt meş bidome. Ji ber ku di encama hevdîtinên rêberê DTP’ê midûrên polîsan de jî tiştek derneket, di navbera polîsan û girseyê de pevçûnan dest pê kir.

Ciwanek qetil kirin

http://img682.imageshack.us/img682/3895/aydinerdem1.jpg


[Upload your own video]

Di nava nîv saetê de li tevahiya bajarî pevçûnan dest pê kir. Di vê navberê gelek birîndar bûn. Li nêzî avahiya DTP’ê ciwanê bi navê Aydin Erdem bi guleya polîsan bi giranî hate birîndarkirin. Erdem, ji aliyê çalakgêran ve rakirin nexweşxaneyê. Erdem li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Aydin Erdemê 23 salî ji Mahseta (Omerlî) Mêrdînê, li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarê beşa matetîkê, di pola 3’yemîn de xwendekar bû. Erdem yek ji serê xwe yek jî pişta xwe bi 2 guleyan hatibû birîndarkirin û piştî rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di pevçûnên ku heta derengî şevê li kolanên Baglarê û Suriçiyê dom kir de hejmara kesên hatine binçavkirin nayê zanîn. Parlamentera DTP’ê ya Amedê Aysel Tugluk anî ziman ku Amed careke din rastî terora dewletê hatiye. Tugluk got: ‘Midûriyeta polîsan meşa gel provoke kir. Amed careke din rastî terora dewletê hat” Li Amedê, piştî polîsan mudaxaleyî girseya ji nêzî 10 hezaran pêk dihat kir, di navpera polîs û giresyê de pevçûn derket. Pevçûn li navçeyên Navendî yên Baglar û Peyasê belav bûn. Di pevçûnan de girseyê êrîş bir ser avahiyê AKP‘a Amedê.

Her der zîvirî qada şer

Li Êlihê nêzî 10 hezar kes, bi armanca şert û mercên Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan şermezar bike, dest bi meşê kir. Polîsan li kolanan ewlehiyek fireh girt. Li Sêrt û Stenbolê jî bi heman armancê meş hatin lidarxistin. Polîsan mudaxeleyî meşan kir û her der zivirî qada şer. Li Qoserê jî polîsan mudaxaleyî girseyê kir
Li Êlihê girseya ku ji nêzî 10 hezar kesî pêk dê, bi armanca şert û mercên Ocalan şermezar bikin dest bi meşê kirin. Girseya ligel parlementerên DTP‘ê Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Şaredar Nejdet Atalay û rêveberên DTP‘ê jî di nav de ji nêzî 10 hezar kesî pêk dihat dirûşmên ji bo Ocalan berz kirin. Li ser Kolana Diyarbakir jî girse kom bûn. Ji ber ku polîsan destûr neda ku meş pêk bê, pevçûnan dest pê kir.

Li Sêrtê êrîşa polîsan

Girseya li ber avahiya DTP‘ê ya Sêrtê li hev kom bûn, bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan, xwestin bimeşin. Girseya ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat dirûşmên ji bo Ocalan berz kirin û dest bi meşê kir, rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser girsê û girsê jî bi keviran bersiv da polîsan. Di pevçûna navbera polîs û girseyê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin. Pevçûn, li nava taxên Çakmak, Algul û Dogan belav bûn.

Sultangazî û Umraniye

Li navçeyê Sultangaziya Stenbolê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan dixwestin li ber DTP‘a navçeyê bên cem hev rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên avahiya DTP‘ê dorpêç kirin, destûr nedan girse berhev bibe. Li ser vê yekê girse kom bi kom li taxan belav bû. Komên sirûdên kurdî gotin, sloganên, „PKK gel e gel li vir e“, „Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan“, „Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan“ avêtin. Komên ku li taxan kom bûbûn dest bi çalakiyan kir û Sultangazî vegeriya qada şer.
Her wiha li Umraniyeyê jî meş û çalakî hebûn. Bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan li ber Marketa Bayram a li Esenşehîrê hatin cem hev. Koma sloganên, „PKK gel e gel li vir e“, „Ji Îmraliyê re hezar silav“, „Bijî Serok Apo“ avêtin rastî mudahaleya polîsan hat. Li ser mudahaleya bi bombeyên çav sotinê û ava şidayî, girseyî jî bi keviran bersiv da. Di vê navberê de polîsan êrîşî rojnamegeran kir û dest danîn ser wêneyên wan.

Li Qoserê jî heman dîmen

Li navçeya Qoserê bi hezaran kes, bi armanca şert û mercên Ocalan şermezar bike li ber avahiya DTP‘a Qoserê civîyan û xwestin bimeşin. Girseya dest bi meşê kirin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsên li kolana Rihayê bi bombeyên gazê û ava şit êrîş bir ser girseyê . Piştî êrîşa polîsan girseyê jî bi keviran bersîv da polîsan.
Li navçeya Silopiyê çalakiyên bi heman armancê çalakî pêk hatin. Çalakiyên li taxên Yenîşehîr û Nuhê dest pêkiribûn hîn didomin. Komên agir pêxist û ji bo Ocalan dirûşm berz kirin dest bi meşê kirin, rastî mudaxeleya polîsan hatin .Polîsan bi ava şidayî û bombeyên gazê êrîş li çalakvan kir û pêvçûn hej didomin. Hate zanîn ku heya niha 3 kes hatin binçavkirin.
Çalakî û meşên ji bo protestokirina girankirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Çewlîk, Wêranşar û Serê Kaniya Rihayê û li Artêmeta Wanê pêk hatin.

Li Şemzînanê polîsan zarok di pirê de avêtin

Li navçeya Şemzînanê Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, beşdarî civîna gel bûn. Piştî axaftinan girseya li hev civiyabûn dest bi meşê kirin û polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û pevçûn derket. Hate ragihandin ku polîsan zarokên binçav kiribûn di pirê de avêtin. Rojnameger ji pêkanîna polîsan a hovane re bûn şahid.
Endamên komê li ber avahiya DTP‘ê ji aliyê hezar kesî ve hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku ji gundan xwestin bên navçeyê jî li ser riyan ji aliyê leşkeriyê ve hatin rawestandin. Di pêşwazîkirinê de girseyê pankartên „Vîna gel di çala mirinê de hilnayê“, „Çiya rûmeta me, kesên ji çiyê tên jî gurûra me ye“ vekirin. Girseyê bênavber dirûşmên dilsoziya xwe ya bi Ocalan re dianîn ziman berz kirin.
Endama Komê Elîf Uludag jî diyar kir ku têkoşîna bi gelê kurd re dê ji niha û şûnde jî bidome. Uludag, bal kişand ser girankirina tecrîda ser Ocalan û wiha dom kir: „Birêz Ocalan her ku dibêje aştî tecrîda li ser wî girantir dikin. Lê gelê kurd vê yekê qebûl nakin. Dibêjin em qebûl nakin û derdikevin kolanan. Gelê kurd 30 sal in di ber vê dozê de belelên mezin dan û hîn jî didin. Divê hikûmeta Komara Tirk vê yekê baş zanibe.“
Piştî axaftinan girseyê xwest bimeşe. Girseya ku posterên Ocalan vekirin û meşiyan rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan. Di vê navberê de nûçegihanê DÎHA’yê Ubeydullah Hakan ragihand ku polîsan li pêşberî wan zarok di pirê de avêtine.

http://img694.imageshack.us/img694/3864/liveimagesfotohaberolay.jpg

AZADIYA WELAT





kostenloser Counter
Poker Blog