Bêrîtan

http://www.yeniozgurpolitika.org/pictures/haberler/beritan.jpg

Jean D’arca me

Berîtan di eşqa axa jiyanê de bû leheng… Wê nasnameya rûmetê û hezkirinê li ser zinarên Lelikanê nivîsand. Bêrîtan di bin hemû zor û newekheviyê de çîroka parastina rûmeta me ye.

Berîtan di eşqa axa jiyanê de bû leheng… Wê nasnameya rûmetê û hezkirinê li ser zinarên Lelikanê nivîsand. Bêrîtan di bin hemû zor û newekheviyê de çîroka parastina rûmeta me ye.
Bêrîtan qêrîna azadiyê ye.
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) eslê xwe ji Dêrsimê ye. Ew di sala 1971’an de li Solhanê ji dayik bûye. Heta ku biçe zanîngehê li Elezîzê dijî. Piştre ji bo zanîngehê diçe Stenbolê.
Salên 90’î salen ji agir bûn. Ev agir li dilê hemû kesên ku digotin “ez kurdekî bi rûmet im” de vêdiket. Her wiha agir herî baş li çiya pêdikeve. Xweşikbûna Cûdiyê wê jî kişand. Piştî Cûdiyê derbasî Geliyê Azadiyê bû. Li vir çû kampa şervanên nû. Piştî demekê di bihara 1992’yan de bi heyecaneke mezin dixwaze derbasî pratîkê bibe. Lê ew ji bo çapemeniyê tê peywirdarkirin. Dilê wê îsyan dike lê li hemberî vê yekê dernakeve.
Di sala 1992’yan de nokeriya kurdan dest bi êrîşê kir. Ji ber vê yekê gelek şervan şehîd ketin. Bêrîtan jî tevli şer û pevçûnan dibe. Di pevçûnan de gelek hevalên wê şehîd ketibûn. Hestên wê tevlihev bûn. Bi hêrs bû. Bi taybetî jî li hemberî îxanetkarên kurd pir bi hêrs bû. Ev kurdên çawa bûn, çawa dixwestin darbeyê li şerê azadiya kurdan bixin? Ji ber vê yekê li ber çavên wê ji dijmin xirabtir bûn. Di dilê xwe de li hemberî îxanetê hêrsa ku ji pola mezin dikir. Dê tu caran teslîm neba. Ji ber ew hînbûbû ku her tim bedela jiyanê heye.
Wêneyê wê yê vê carê dê cuda ba. Her wiha bi zehmet bû. Dê ji îxanetê re bigota na. Li hemberî wê eniyeke pir mezin hebû. A herî xirab jî yên ku têkçûn weke qeder dîtin hebûn. Lê têkçûn ne qeder bû. Ruhê ku teslîm nebin jî hebû.
“Ew ruh di 1992’yan de Bêrîtan bû. Ew xweşikbûn Bêrîtan bû. Ew lehengî Bêrîtan bû. Pêşmerge li ber wê digeriyan û digotin teslîm bibe em ê tiştekî nekin. Lê wê digot ez teslîmê paşverûtiya kurdan nabim. Bi vî rengî xwe ji zinaran davêje. Ev ne întihar e. Ew xeta azadiyê ye. Ev yek rûmeta mezin a jinan û berxwedana jinan e. Parastina rûmeta azadiyê ya wê keçikê deynê stûyê me ye. Ev pîvana min e. Ji bo min pîvaneke esas e. Bêrîtan xeta azadiyê ya ku esas digirim e. Divê em jiyana şehîd Bêrîtan bikin xet. Bêrîtan ji bo min wesiyet e. Ma em dikarin wê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew ji bo me bang e. Ew Jean D’arca me ye. Bi sedan yên weke wê hene. Em ê wê esas bigirin ew rûmeta me ye.” Rêberê Gelê Kurd der barê Bêrîtanê de ew nirxandin kiribû.
Belê Bêrîtan… Çemê ku li kana xwe hilnayê û diherike… Ew di 25’ê cotmehê de bi deryayê re bû yek. Ew niha di nava okyanusan de rengê xwe û dengê xwe diparêze û dijî.
Em dixwazin bibêjin çem, dixwazin bibêjin stran an jî bibêjin helbest. Lê ew xwe dide guhdarkirin. Xwe digihîne li her derê.

PELŞÎN TOLHILDAN / Azadiya Welat





kostenloser Counter
Poker Blog